YPJ'e kolanên Kobanê ji çeteyan rizgar dikin

13:46

JINHA


KOBANÊ - Şervanên YPJ'ê li eniya başûrê Kobanê rêzeçalakiya 'Tolhildana ji bo Şehîd Zemanî û Şehîd Çîçek' li dijî çeteyan dan destpêkirin. Di encamê de 5 kolan ji çeteyan hatin rêzgakrin û gelek çete hatin kuştin, her wiha gelek cebilxane hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên ji nûçegîhana ANHA'yê, şevê din li gundê Milan ê rojavayê herêma Kobanê şervanên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li dar xist. Di encamê de motoskêk hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin. Li gundê Dîkmetaş ê nêzî Çemê Firatê Hêzên YPG'ê çalakî li dijî çeteyan kirin û têde motoskêletk hat rûxandin û çeteyek hat kuştin.

Li rojhilatê bajarê Kobnaê ji taxa Kaniya Kurda heta Qada Azadî di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn ji duh ve hata vê sibê dewam dikirin. Herî kêm 6 çete hatin kuştin. Li eniya başûr jî şervanên YPJ'ê rêzeçalakiya 'Tolhildana ji bo Şehîd Zemanî û Şehîd Çîçek' li dijî çeteyan dan destpêkirin. Di encamê de 5 kolan ji çeteyan hatin rizgakirin, gelek çete hatin kuştin û gelek cebilxane di nav de bombe û RBG hatin desteserkirin. Çalakî didome.

Çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl ên li taxên bajarê Kobnaê armanc girtin û 4 hawan avêtin.

(zt)