Cenazeyên şervanên YPG'ê birin Rihayê
14:29
JINHA
RIHA - Cenazeyê şervanên YPG'ê Orhan Sabuncu (Rustem Cudî) di şer de jiyana xwe ji dest da, Salih Fahrî û Ehmed Mustafa ê ku li nexweşxaneyê dihatin derman kirin jiyana xwe ji dest dan cenazên wan birin nexweşxaneya Rihayê.
Şervnên YPG'ê Salih Fahrî û Ehmed Mustafa ê ku di encama şer û pevçûnên 58 roj in li Kobanê dewam dikin de birîndarbûn û li nexweşxaneya lêkolin û perwerdehiyê ya Mehmed Akîf Înan a Rihayê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dan. Orhan Sabuncu (23) ku di encama şer û pevçûnên li Kantona Kobanê de jiyana xwe ji destda cenazeyê wî ji aliye MEYADER'ê ve ji deriyê sînor yê Mûrşitpinarê hate girtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Orhan ji Pirsûsê girtin, cenazeyên Fahrî û Mustafa jî ji nexweşxaneyê girtin ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edliyê ya Rihayê.
Piştî karê otopsiyê wê cenazê Orhan Sabuncu rêkin gundê Haydarogluyê yê Eleşgirta Agiriyê ku lê ji dayik bûye. Her wiha cenazeyên Ehmed yê ji Kobanê ye û Salih jî bibin Pirsûsê.
(zt)
