DAIŞ bi tankan Kobanê bombebaran dike
14:33
Mijdar
11
/ 2014
JINHA
KOBANÊ - Çeteyên DAIŞ'ê, bi tankan navenda bajarê Kobanê bombebaran dikin. Di bombebaranê de heta niha 2 jê zarok 4 sivîl birîndar bûne.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di rojên dawî de derbên giran xwar û kolan bi kolan ji bajêr tên derxistin, bi tankan herêmên sivîlan ên li navenda bajêr bombebaran dikin. Hat ragihandin ku di encama bombebarana tankên çeteyan de, Emîne Mihemed (35) û keça wê Lîna Mûstafa Bekîr (6), Ezîze Kerro (5) û ciwanê bi navê Heyder Etto birîndar bûne.
Bombebarana tankên çeteyan dewam dike.
(zt)
