Di topbarana DAIŞ’ê de 2 birînarên giran rakirin serxetê
15:20
JINHA
KOBANÊ - 2 kesên ji ber topbaran çeteyên DAIŞ'ê ya ser Kobanê birîndar bubûn, ji ber giraniya birînên wan rakirin nexweşxaneyên Bakûrê Kurdistanê.
Çeteyên DAIŞ'ê beriya hinekî bi tankan êrîşî welatiyên sivîl ên li taxên bajarê Kobanê kirin û gelek top avêtin. Ji ber topbatan 5 welatiyên sivîl di nav de 2 zarok birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji ANHA'yê hatine wergirtin, ciwanê bi navê Heyder Eto yê 20 salî ku ji zik û sînga xwe û zaroka bi navê Ezîza Kerio ya 7 salî jî ji zikê xwe bi giranî birîndar bubûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Bakûrê Kurdistanê.
Hersê welatiyên din ên birîndar niha li bajarê Kobanê tên dermankirin û rewşa wan baş e.
(zt)
