YPG’ê li Serêkaniyê 6 gund rizgar kir
16:47
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPG'ê şevê din di çarçoveya operasyona ku destpê kiriye de 6 gundên din li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê ji çeteyan rizgar kirin.
Li gorî agahiyên ji Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê hatine wergirtin, operasyona hêzên YPG'ê ya li başûr û başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê hatiye destpêkirin dewam dike. Hêzên YPG'ê di çarçoveya vê operasyonê de şevê din 6 gundên bi navê Kaço ya rojhilat, Kaço ya rojava, Burqa, Esfuriyê, Siwêdiyê û kûaşîlah ji çeteyan rizgar kirin.
Li heman herêmê heta saetên sibehê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn hebûn û heta niha jî dewam dikin.
(zt)

