DAIŞ'ê zarokek kuşt
16:50
JINHA
KOBANÊ- Zarokê 8 salî Azîz Kuno yê ku bi bombeya hawanê ya DAIŞ'ê bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da.
Şerê li Kobanê yê di navbera DAIŞ'ê û hêzên YPG/J'ê di roja 58'an de berdewam dike. Îro zarokê 8 salî Azîz Kuno ku li Kobanê bi bombeya hawanê ya DAIŞ'ê bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. Çeteyên DAIŞ'ê saet di 14. 00'an de guleya hawanê avêt herêma ku sivîl lê dijîn û 1 jê zarok 4 sivîl birîndar bûn. Di êrîşê de zarokê 8 salî Kuno û 3 sivîlên din piştî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Azîz ku anîn Pirsûsê ji ber xwîn zêde winda kir dilê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest da. Ciwanê 18 salî Heyder Yusif Eto jî piştî mudaxaleya ewil ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê sewqî Rihayê kirin. Birîndarekî din ku navê wî nehat zanîn jî li Nexweşxaneya Pirsûsê ya Dewletê dermankirina wî didome. Kesekî din jî tabûrcî bû.
(zt)
