Li sînorê Îranê cenazeyê jinekê hate dîtin
17:20
Mijdar
11
/ 2014
JINHA
WAN – Li gundê Şorikê ya sînorê Îranê ye cenazeyeke aydî jineke hate dîtin.
Li gundê Şorikê ya ku li Ebexa Wanê di sînorê Îranê de cenazeyê jineke kut ê texmînkirin temenê wê qasî 30 salî ye hate dîtin. Cenazeyê ku ji aliyê leşkeran ve hate dîtin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê, piştre jî ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.
Tê texmînkirin ku jin welatiya Îranê ye û têkîldarî bûyerê Lêpirsîn hate destpêkirin.
(zt)
