Bi destê jinan belgesela ‘Em hevalên xwe mereq dikim’

09:39

Handan Tufan / JINHA


İZMİR – Atolyeya Sînemayê ya Însiyatîfa Jinên Bêalî (BKÎ) bi belgesela ‘Ez hevalên xwe mereq dikim’ çîroka jinên di berxwedana Geziyê de hatine girtin vedibêje.


Atolyeya Sînemayê ya Însiyatîfa Jinên Bêalî (BKÎ) bi armanca hişmendiya jinan jin vegotinê hatiye avakirin. Bi berdewam kirina perwerdeya jinan bi destê jinan xebatên serkeftî derdikevin holê. Di çarçoveya xebatên jinan de li Îzmîrê çîroka jinên di berxwedana Geziyê de hatin girtin bi belgesela bi navê “Ez hevalên xwe mereq dikim” hat vegotin. Dê belgesel di 14’ê mijdarê saet 19.00’an de li Navenda Çandê ya Fransiz ê de bê pêşandan. Girêdayî belgesela Atolyeya Sînemayê ya BKÎ yê Julide Aslan nirxandin kir.


‘Piştî Geziyê me dest bi xebatên xwe kirin’ 


Julide diyar kir k udi parka Geziyê de li Îzmîrê çar jin hatin girtin û wiha got: “Ji xwe em dixwazin çîroka jinên berxwedêr û şêwirmendiya jinan vebêjin.” Julide anî ziman ku bi kampanyeya rêxistinên jinan yên Îzmîrê de wan jî dest bi xebatên belgeselê kirine. Julide da zanîn ku jinên din ava xebatên atolyeyê de cîh digirin jinên din ava rêxistinên jinan de cîh digirin û wiha domand: “Em din ava pêvajoyê debûn. Ji bo jinên di berxwedana Geziyê de hatine girtin alîkariya parêzer, derunî kirin û di rojên dozên wan heyî de li gel wan bûyînê Platforma Jinan ya Îzmîrê kampanyeya ‘Ez hevalên xwe mereq dikim’ dan despêkirin û me zindî din ava wê de cîh digirt. Di rojên dozên wan heyî de ji bo bihîstina raya giştî me kilîbên biçuk dikişandin û paşê jî berdewama wan hat.”


‘Ji bo alîkarî dayîna wan û ew bi tenê nehêlan…’  


Julide diderbarê naveroka filîm de jî wiha got: “Li Îzmîrê ji girtiyên di dema Geziyê de çar jin bûn. Ev jin ji pêvajoya binçavan heya ser wan lêgera tazî kirinê rastî gelek îskenceyan hatin. Di vê mijarê de ji bo agahdarkirina raya giştî, alîkarî dayîna wan, ew bitenê nehêlan me xwest di pêvajoya kampanyayê de hem jinên kampanya birêvedirin û hem jî jinên girtî bidin têgihandin.”


Julide bilêv kir ku dê di 14’ê mijdarê saet 19.00’an de li Navenda Çandê ya Fransiz filîm bê pêşandan û girêdayî pêşandana filîm jî banga tevlîbûnê kir.


 (zt)