Li ser sînor malên kevin jinûve tên avakirin

10:14

JINHA


RIHA - Li ser sînorê Pirûsê û Kobanê berxwedana nobetê ya li gundê Mehserê bi ava kirina komunê û kantonan kêm jî be dixwazin sîstema li Rojava bidin jiyîn. Welatiyên li ser sînor di berxwedanê de li aliyekê di berxwedanê de ne li aliyekê ji bo welatiyên Kobanê yên pêwîstiya wan bi malan hene malên kevin jinûve ava dikin.

Bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê re li gundên li ser sînor ên weke Mehser berxwedana nobetê bi ava kirina komunê û kantonan kêm jî be dixwazin sîstema li Rojava bidin jiyîn û di heman demê de xebatên ava kirinê jî hatin destpêkirin. Bi boneya piştevaniya berxwedana Kobanê Zekî Bahçedurmuşê ev 57 roj û Aydin Alber 26 roj in d, berxwedana nobeta berxwedanê de ne li ser sînorê Pirsûsê û Kobanê malên xerabûyî û nayên bikaranîn jinûve ava dikin.

Welatiyê bi navê Zekî Bahçedurmuşê 57 roj in li gundê Mehserê di nobeta berxwedanê de ye malên li beranberî konê wî de ye xwest ji bo gelê Kobanê jinûve ava bike. Zekî diyar kir wî ji şaredariya Pirsûsê jî kireç û ka xwestiye dest bi karê ava kirina malan kiriye. Zekî bi bîr xist ku karê ava kirinê weke pêşeyî ji bavê xwe girtiye û xwestiye malên xerabûyî û nayên bikaranîn jinûve tamîr bike piştî karê tamîrkirinê xelas bibe jî wê ji bo berxwedêran û welatiyê Kobanê were vekirin.

Bila mal bi qedin em ê herêma kanton ragihînin

Welatiyê bi navê Aydin Alberê ji Licê jî ku tevlî xebatê ava kirinê bûye diyar kir ku pêşeyî wî ji elektrîke dema avabûna malan qediyan jî ew ê bi xwe elektirîka malan bikêşe. Aydin ku îdia kir ku wê malan rabixe û piştî biqede wê klîma jî li malê dane. Aydin diyar kir ku dema avabûna her du malan qediyan wê "Kantona Licê û Çewlik" ragihînin.

(zt)