Bi wesayîta xwe ya ku wekî malê bi kar tîne li sînor e

12:25

JINHA


RIHA - Li gundê Mehser nobeta berxwedanê didome û her roj bi sedan kes tên serdanê. Zulfu Altinok yê ku bi wesayîta xwe ya ku ji betaniyê heta kursiyê bigire her tişt têdeye, ji Elmanyayê hat û tevli nobeta berxwedanê bû. Zulfu got di wesayîta xwe de radizê û dimîne wiha got: “Ez berê tevli gelek xebatên mriovahî yên welatan bûn. Ji vir şûnde qibleya me Kobanê ye.”

Zulfu Altinok yê ji Çewlikê û ji bajaroka Witten a Elmanyayê hat gundê Mehser a Pirsûsê. Zulfu diyar kir ku ji bo ku li wir xanî û kon dagir neke, bi wesayîta xwe hatiye.

Di wesayîtê de her tişt heye

Zulfu ku bi salene li Elmanyayê dijî, dildare û alîkarparêze. Zulfu da zanîn ku di 2006’an de di erdhêja ku li Pakistanê pêk hatiye de ji bo piştgiriya kampanyayan çûye Pakistanê û li Bosna Hersekê jî xebatên alîkariyê meşandiye. Zulfu wiha berdewam kir: “Niha bo piştevaniya Kobanê li vir im.” Ev 30 roj in li vir e. Di bagaja wesayîta wî de her tişt heye. ji betaniyê bigire, heta kursî, ji tulumê xewê bigire heta amûra ku avê germ dike her tişt heye. 

Zulfu diyar kir ku di nava rojê de diçe konbajaran û hewcedariyan hîn dike û li gorî butçeya xwe dibe alîkar û wiha got: “Çavê gelê Kobanê ne li axa kesî ye.Ev êrîşên çeteyan nayên qebûlkirin. Ez ji bo vê li virim. Heta butçeya min têr bike ezê hewcedariyan wan pêk bînim. Ji vir şûnde ez li virim. Kibleya min Kobanê ye.”

(zt)