Li Kobanê berxwedana di roja 59’ê de ye

12:28

JINHA


KOBANÊ - Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê di roja 59’emîn de berdewam dikin. Di ruyê şervanên YPG-YPJ’ê ku li dijî çekên giran têkoşîneke bêhempa didin, di demên herî krîtîk de jî tebessum kêm nabe. Şervanên YPG-YPJ’ê bê navber bi şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berxwe didin. Çeteyên DAIŞ’ê jî hem segvanan û hem jî hawanan ve bajar bombebaran dike. Hinek kêliyên ji berxwedana Kobanê ku 59 roje didome.

* Şervanekî YPG’ê ku bi tivinga xwe ya kaleşnîkof li navenda bajar digere.

* Li eniya rojhilat texrîbata ku di encama avêtina hewanan, teqîna mayinan û bomeberanan de pêk hatiye.

* Şervanek koma Şemsî Şîmal ya li Kobanê di bin bana Burkan El Firat de şer dike.

* Welatiyekî ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê gundê xwe terk kiriye û li navenda Kobanê jiyana xwe didomîne.

* Dîregek elektîrîkê ya ku guleya hewanê lê ketiye

* Endamên asayîşê ku li navenda bajar li dewriyê digerin

* Endamê asayîşê ligel temenê wî yê ku pêşde çûye, bi tifinga xwe li dewriyê digere

* Yek ji guleyên hewanê ku DAIŞ’ê rasterast avêtiye û neteqiyaye. 

(zt)