Li ser sînor dirûşme ji bo Kobanê hatin berzkirin

12:32

JINHA


RIHA - Welatiyên li ser sînor bi boneya piştevaniya bi berxwedana Kobanê re di berxwedana nobetê de ne, bi avakirina zincîra mirovan bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ" xwestin dengê xwe bigihînin şervanên YPG/YPJ'ê.

Li gel berxwedana Kobanê a li dijî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, li ser sînor jî li gel êrîş û zextên dewleta tirk ev du meh in berxwedanek bênavber tê meşandin. Berxwedêrên li ser sînor di nobetê de ne weke her car disan xwestin bi zincîra mirovan silav bidin berxwedana Kobanê. Çalakî li gundê Mehser û Miseyneter hate lidarxistin, çalakiya ku Parlamentera HDP'ê a Mêrdînê Gulseren Yildirim ji 7 salî heya 70 salî tevlî çalakiyê li herdu gundan bûn.

Dirûşme ji bo Kobanê

Ji bo welatî dengê xwe bigihînin, berxwedana dîrokî ya şervanên YPG/YJP'ê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPP/YPJ'ê" berz kirin û bi hilgirtina posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK û YDG-H'ê sirûda neteweyî "Ey Raqîp" hate xwendin.

Piştî li darxistina zincîra mirovan berxwedana li ser sînor dewam kir.

(zt)