Bi şev nobedar, bi roj jî di depoyê alîkariyê de dixebitin
12:37
JINHA
RIHA - Ji her derê cîhanê bi piştevaniya Kobanê dildar tên Pirsûsê.dildarên bi şev li xeta sînor nobetê digirin bi roj jî di depoyên alîkariyê de dixebitin. Laura û Ela Kolcu yên li Elmanyayê hev û din nas kirine, alîkariyên berhev kirin ewil anîn Pirsûsê û niha jî di xebatên depoya alîkariyê de dixebitin.
Berxwedana Kobanê du meh li pey xwe hişt. Dildarên ku ji her derê cîhanê bo alîkariyê tên sînor û nobeta berxwedanê digirin, gelek xebatên alîkariyê jî dimeşînin. Bi şev nobetê digirin û bi roj jî alîkariyan dikişînin depoyan. Jina ciwan ya 27 salî ku ji Elmanyayê hat Laura ku nexwest paşnavê xwe parve bike û Ela Kolcu ya 28 salî ku salek berê ji Elmanyayê hatiye li Stenbolê bicih bûye, tevli xebatên şev û roj dibin. Ela û Laura ku li Elmanyayê hev û din nas kirin, alîkariyên ku berhev kirin şandin Pirsûsê. Niha jî li wir tevli xebatên jihevkirina alîkariyên tên kirin dibin.
‘Min ji bo roja rojbûna xwe ji malbat û hevalên xwe xwestin pereyan bişînin Kobanê’
Ela got ji ber êrîşên li ser Kobanê xwestine tiştekî bikin û got: “Rojbûna min bû. Min ji heval û malbata xwe re peyam şend û min got li şûna diyariyê pere bo Kobanê bişînin. Wan jî bi vî pereyî alîkarî girt û me şand Pirsûsê. Piştî vê jî em hatin Pirsûsê. Me xwest em bibînin ku alîkarî tên an na.”
Ela da zanîn ku li vir kamp û rewşê dişopînin û got: “Em 6 kes hatin. 4 hevalên me vegeriyan. Me jî biryar da ku em li vir bimînin. Li Kobanê şer dijware.Ev rewş hemû cîhanê eleqeder dike. Ev tenê ne pirsgirêka Tirkiye, Suriye û Kobanê ye.şert û mercên li konan gelek dijware.”
Welatiya Alman Laura jî got hewcedariya Kobaniyan bi alîkariyê heye û got alîkariyên ku bi xwe re anîne teslîm kiriye û ji bo piştevaniyê jî li vir maye.Laura got di cenazeya şervaneke YPJ’ê de hêz û tevgera YPG-YPJ’ê dîtiye. Laura wiha got: “Destpêkê ez bo hatina Pirsûsê ditirsiyam. Lê piştî min ev mirov dîtin fikarên min nema. Hemû cîhan bo alîkariyê dikare bê vir."
(zt)

