YPG û YPJ pêş ve diçe, DAIŞ sivîlan qetil dike
12:45
JINHA
KOBANÊ – Li Kobanê berxwedana hêzên YPG û YPJ’ê didome, li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê j îli dijî sivîlan êrîşên xwe didomîne. Çeteyên DAIŞ’ê herêma Tilşeîr a ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn îro jî bi topên hewanan topebaran kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê li herêma TilŞeîrê dîsa sivîl kirin hedef. Çeteyên DAIŞ’ê yên dun herêma TilŞeîrê topeberan kirin û ûro jî serê sibehê dîsa bi topên hewanê êrîş kirin. Topên hewanê ji ber ku qada vala ya li cem sivîlan ket tiştek bi kesekî nehat. Çeteyên DAIŞ’ê bi topên hewanê êrîşî qadên ku sivîl lê dijîn dikin. Duh di encama êrîşên bi hawenan hatin kirin de li herêma TilŞeîrê sivîl hatibîn qatilkirin. Duh saet di 14’an de bi êrîşa hewanan de zaroka bi navê Azîze Kîno jiyana xwe ji dest dabû û 6 kes jî birîndar bûbûn. Piştî van êrîşan vê carê jî xeta sînor a Tilşeîrê bi topên hewanê hate topebarankirin. Di vê êrîşê de jî zarokê 17 salî yê bi navê Rezan ê paşnavê wî nehat zanîn û Ubeyt Mihemmed (60) û Îwa Ebdo (7) jiyana xwe ji dest dabûn 10 kes jî birîndar bûbûn. Cenazeyên Kîno û Ebdo yên ji Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ser daxwaza malbatan Dê îro bê wergirtin û li Kobanê bên definkirin. Ji birîndaran yên rewşa wan giran bû sewqî Rihayê hatin kirin yên din j îli Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tên dermankirin.
YPG û YPJ ber bi rojhilat û başûr ve pêş ve diçin
Hêzên YPG û YPJ’ê her roj darbeyan li çeteyên DAIŞ’ê dixin û bi taybetî jî li eniyên rojhilat û başûr derbeyên giran li çeteyan dixin. Li gorî agahiyan li eniyên başûr û rojhilat ji duh şevê heta niha di pevçûnan de hêzên YPG û YPJ’ê hin naqte ji çeteyan girtin. Hate hinbûn ku li herêmên navborî bi sekvanan êrîş tên kirin. Li bendê ne ku hêzên YPG û YPJ’ê têkîldarî pevçûnên duh şevê di nava rojê de daxuyaniyê bide.
(zt)

