‘Me Kaderek da lê dê bi hezaran Kader biwelidin’
13:35
JINHA
WAN – Girêdayî bûyera Kader Ortakaya ya ku dema xwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin Meclisa Dayikên Aştiyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Berdefka Meclisa Dayîkên Aştiyê Rukiye Arslan axivî û got: “Me Kaderek da, lê dê bi hezaran Kader bên dinê.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo şermezarkirina qetilkirina Kader Ortakaya ku dema xwest derbasî Kobanê bibe ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin li avahiya meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. Berdefka Meclisa Dayikên Aştiyê Rukiye Arslan axivî û qetilkirina Kader Ortakaya lanet kir. Rukiye diyar kir ku guleya Kader kuştiye bila ew gule li giyana zaliman bikeve û wiha got: “Nameya Kader hemû dayikan xwendin û çavên me tijî hêstir bûn. Em bi sekna Kader şanaz in. Bi saya Kader û jinên weke wê berxwedêr dê Kobanê azad bibe. Em yekbûna YPG, YPJ’ê û Pêşmergan pîroz dikin. Em dizanin Erdogan alîkarî didin DAIŞ’ê bila ji van kirinên xwe yên xirab vegere yan jî dê gelek tuştan wenda bike.”
Dayîka Rukiye wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em hêvîdarin ku ew çeka agir ya li bedena Kaderê sixuliyî li bedena zaliman jî bişuxule. Em berxwedana Kaderê silav dikin. Me Kaderek da lê dê bi hezaran Kader biwlidin. Emê tucarî Kader ji bîr nekin. Berê ji PKK’ê re terorîst digotin lê niha wiha nabêjin ji ber êdî hemû dewletên Ewrupayê kurd nas kirin. Heta niha me li ser axa xwe şer kiriye. Çawan heya niha me gav paşde ne avêtiye emê ji niha û şunde jî gavê paş de ne avêjin. Heta niha kurdan gelek bedelên giran dane lê tucarî ji doza xwe gav paşde ne avêtine. Dê her demê di rêya azadiyê de berew pêş biçin.”
Pişti axaftina dayîka Rukiye daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana YPJ'ê” dawî bû.
(zt)

