Rejîma Îranê 23 sal ceza da ciwanek kurd yê ji Kerkukê

14:33

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeheke Komara Îslamî ya Îranê ciwanek kurd yê bi navê Merîwan Ebdulkerîm yê ji bajarê Kerkukê ku wek Merîwan Kerkûkî tê naskirin bi sucê ‘dijiminê xwedê’ sucdar kirin û 23 sal ceza lê birîn.


Li Îranê Dadgeheke Komara Îslamî ya Îranê ciwanek kurd yê bi navê Merîwan Ebdulkerîm yê ji bajarê Kerkukê ku wek Merîwan Kerkûkî tê naskirin, bi sucê ‘dijiminê xwedê’ sucdar kirin û 23 sal ceza danê. Merîwan di sala 1988`an li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye û di sala 2012`an de ji aliyê navendên ewlekarî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Tehranê hatiye girtin. Li gor medya Îranê û çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, Merîwan Kerkûkî di zîndana Îdareya Itilaat de heyama 9 mehan girtî bû û hatiye îşkencekirin.


Merîwan Kerkûkî li Liqa 28`ê ya Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê li Tehranê, ji aliyê Dadwer Mihemed Muqeyesî ve bi dijminê xwedê bi 23 sal zîndankirin hat cezakirin. Merîwan Kerkûkî niha di zîndana Recaî ya bajarê Kerec de ye û bavê Merîwan di Enfalên Kurdistanê de şehîd bûye û malabata wî gotiye ku, kurê wan bo karkirinê çûye Îranê û ji vî hikmî nerazîne û dibêjin dadgehê bi çi mafî ew ceza li kurê wan biriye.


(zt)