Şîlan Osman, Nasir Rezazî û Necmedîn Xulamî ji bo Kobanê distirin

15:06

JINHA


SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê bi beşdariya hunermendên kurd Nasir Rezazî, Necmedîn Xûlamî û Koma Rojyar ji bo berxwedana Kobanê konser tên lidarxistin. Konser wê du rojan bidome. 

Di navbera rojên 15 û 16’ê Mijdarê de li Holî Roşenbîrî ya Silêmaniyê saet 16.00’an konserek bi amadebûna hunermend Nasir Rezazî, Necmedîn Xulamî, Şîlan Osman û Koma Rojyar (Navenda Çanda Bêstûn) ji bo piştgiriya Kobanê tê lidarxistin. 

Konser wê du rojan bidome û wê qezenca wê ji bo berxwedana Kobanê be. Cihên ku bilêt lê bên girtin jî wihane; Qawexaneya Kultûrî, Holî Roşenbîrî û Kitêbxaney Endêşe ne.


(zt)