Şervanê YPG'ê Ahmet Mustafa li Pirsûsê hat definkirin

16:41

JINHA


RIHA - Şervanê YPG'ê Ahmet Mustafa di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet li Pirsûsê hat definkirin.

Şervanê YPG'ê Ahmet Mustafa di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de di roja 28'emîn a berxwedanê de birîndar bû û ji bo dermankirinê anîn Rihayê. Şervanê YPG'ê Ahmet ligel hemû hewldana li neweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenazeyê Ahmet ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hat wergirtin û ber bi Pirsûsê hat rêkirin. Cenazeyê Ahmet bi ala PKK'ê hatibû xemilandin birin goristanê. Di meşê de ji bilî ala YDG-H'ê rengên kesk, sor û zer û bênavber dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin. Balkêş bû ku kalê temendirêj ê ku bi gopal cenazeyê Ahmet li ser milê xwe kir.

Piştî meşê girse nimêja cenazeyê kir û dawiyê hat definkirin. Piştî merasîma definkirinê deqeyek rêz girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Amedê Medenî Aktar axaftinek kurt kir. Medenî diyar kir ku gelê kurd teqez dê bi ser bikeve û wiha axivî: "Rêhevalên me bi şev û roj li ber xwe didin. Ji ber vê yekê divê em li cihê xwe nesekinin. Her kes kar û barê dikeve ser milê wî pêk bîne."

Piştî axaftinê girse bi berzkirina dirûşma "Şehîd namirin" ji goristanê veqetiyan.

(zt)