‘Emê li hember şidetê rêxistinkirina jinan bingeh bigirin’
08:34
Zinarîn Aydîn/ JINHA
QAMIŞLO- Cîgera Seroka Kantona Cizîrê ya Yekîtiya Star Neyîme Abdulrehîm li ser rastiya şideta ser jinê hatiye meşandin û di rastiya DAIŞ de li ser jinê çi tê ferz kirin axivî. Neyîme bal kişande ser tekoşîna jin û xebatên jin di rojava de û weha got: “Di Rojava de me ev rastî hîn baştir dît ku ger jin ne rêxistinkirî be nikare li hemberî şideta sistematîk tekoşîneke bi encam pêş bixe."
Bi hezarê salan ser jinan şidetek sistematîk bi hişmendiya mêr ya pergla desthilatdar hatiye meşandin. Ev şideta li ser jinê her ku çûye kur bûye û gihiştiye asteke ser civakan û gelan jî tê pêkanîn. Li hemberî zihniyeta şidetê di roja me ya îro de jin gihiştine asteke ya zanebûnê û li gelek cihan li hemberî vê hişmendiyê tekoşînên jinan têne meşandin. Di Rojava de jî li gel ku jin di nava xebatên xweseriya demokratîk de bi awayeke çalak cihê xwe digrin di heman demê de di nava tekoşîneke civakî û leşkerî de ne. Bi taybet li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên herî zêde bi hişmendiyeke desthilatdariya kevneşop êrîşî jinê dikin tekoşîneke bi qehremanî yên mîna Arîn Mirxan de tê pêşxistin. li ser van xalan Cîgera Seroka Kantona Cizîrê ya Yekîtiya Star Neyîme Abdulrehîm ji ajansa me ya JINHA yê re axivî.
‘Di tevayî civakan de azadiya jin dibe azadiya wê civakê jî’
Neyîme destnîşan kir ku li ser jinan şidetek sistematîk ya bi hezarên sala hatiye meşandin heye û wiha domand: “Dema ku jin ji civakan re rêbertî dikir civak di rewşên aram de jiyan dikir. Her weha civak roj bi roj afirandinên nûh pêş dixist ji ber ku tu zexteke fikrî û derûnî ser civakan tune bû. Bê gûman ev jî ji xwezaya pergala ku jin di nava civakê de ava kirbû. Lê pergla mêr dema ser civakan serwer bû her ku çû di civakan de parçebûyîn û nakokiyên bûn sedemên şerên ku heya roja me ya îro berdewam dike. Di vê wetayê de şideta ser jinê destpêkir her ku çû bû şideteke sistematîk li ser civakan jî. Ev şidet ne tenê şideteke fîzîkî bûye, di heman demê de şideteke fikrî, rûhî û çandî bûye. Heya ku ji hêla civakan ev rastî neyên dahurandin wê tû civak nikaribe azad jiyan bike. Ji lewma di tevayî civakan de azadiya jinan dibe azadiya wê civakê jî.”
‘Jina kurd qasî canê xwe feda bike bi azadiya civaka xwe ve girêdayi ye’
Neyîme anî ziman ku jina kurd gihiştiye asteke zanebûna rastiya azadiyê û rêxistinbûyîna xwe li gorî wê pêş dixe û wiha got: “Ji ber asat jina kurd û civaka kurd gihiştiyê em dibînin êrîşên dijberî azadiyê ser van her dû aktoran hîn zêdetir dibin. Îro di rojava de ji ber şoreşa gelê kurd bi pêşengtiya jina kurd pêş dikeve ne li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk û yên sitatû perestin, bi riya rêxistineke weke DAIŞ dixwazin qezenciyên azadiyê tune bikin. Lê jina kurd jî tekoşîneke bi qehremanî li gel ku di tevayî qadên civakî û siyasî de dide meşandin di heman demê de di qada şerê leşkerî de jî ji bo parastina axa xwe û gelê xwe dide meşandin. Kesayetên weke hevala Arîn Mirxan da nîşandan ku jina kurd bi qasî dikare canê xwe feda bike bi azadiya xwe û ya civaka xwe ve girêdayî ye. Ji lewma bê teredût sînga xwe li hemberî êrîşan vedike.”
‘Azadî her dem pêşketina dixwaze'
Neyîme diyar kir ku li Rojava xebatên Yekîtiya Star heya astekê ji bo rêxistin kirina jinan hatiye meşandin û wiha berdewam kir: “Ji bo jin di Rojava de zane bibe, bi zanebûn bikaribe doza mafên xwe û civakê bike bi taybet di Rojava de me ev rastî hîn baştir dît. Ger jin ne rêxistinkirî be nikare li hemberî şideta sistematîk tekoşîneke bi encam bêş bixe. Ji lewma xebatên heya niha hatin meşandin heya astekê me karîbû em jinan di her qadê de bi rêxistin bikin. Lê em vê yekê bes nabînin jî ji ber ku em dizanin azadî her dem pêşketina dixwaze. Ji bo mirov her dem xwe û civaka xwe di nava pêşketin, guhertin û veguhertina de bigre pêwîste em hîn zêdetir xwe bêşînin û li dû afirandina tiştên nû yên têkeve xizmeta serkeftina azadiya jin û civak de bin. Em weke Yekîtiya Star her dem civînên xwe, nîqaşên xwe li ser van esasan pêk tînin û li gorî wê xebatên xwe didine meşandin. Bi taybet di tevayî qadan de em pir giringiyê didin xebatên perwerdê.
Nayîme destnîşan kir ku li hemberî roja 25’ê Mijdarê pêwîste tevayî jin hîn zêdetir dengê xwe bikin yek û wiha got: “Ne tenê ev roj tevayî rojên me pêwîste bibin rojên berxwedanê. Bi yekîtiya jinan û bi bilind kirina tekoşînê emê bikaribin dawî li tevayî şêweyên şidetê bînin.”
(za/zt)

