Yekîtiya Star bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê diyar kir
08:50
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Star bernameya rêzeçalakiyên ku dê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja tekoşîna li hemberî tûndiya li dijî jinê bên lidarxistin eşkere kir.
Rêxistina Yekîtiya Star rêzeçalakyên ku dê li Cizir, Efrîn, Heleb û paytexta Libnanê Beyrûdê bi boneya roja tekoşîna li hemberî tûndiya li dijî jinê ya 25'ê Mijdarê bên lidarxistin eşkere kir.
Çalakî bi van diruşmeyan tên li darxistin:
- Şoreşa rojava şoreşa jinê ye
- Êrîşên DAIŞ'ê bişkînin û azadiya jinê li Rojhilata Navîn misoger bikin.
- Tolhildana jinên Şengalê soza jina azad e
Rêzeçalakiyên ku dê bên lidarxistin wiha ne:
-Heta 24'ê Mijdarê wê serdana sazî û rêxistinên jinan yên herêmê ji bo pênasekirina vê rojê û tekoşîna hevpar ya li hember tûndiya li dijî jinê werin kirin.
-Pêşkêşkirina sînevizyonên debarê tûndiya li dijî jinê.
-Serdahna Kampa Newroz ya penaberan û lêkolînkirina rewşa jinên penaber.
-Dalqabdina pankart û belavkirina nivîsên derbarê tûndiya li dijî jinê li hemû bajaran.
Di roja 25'ê Mijdarê de jî bi pêşengiya Yekîtiya Star, Desteya Jin û hemû rêxistin,yekîtî û komeleyên jinan li herêmê şahiyek mezin tê lidarxistin.
(zt)

