‘Ji bo ji nêz ve şopandina çand û hunera kurdî em li Amedêne’

09:30

Şêrîn Hiso/ JINHA


AMED - Dibistana Aslan ya mûzîkê a Amsterdamê, bi munasebeta dayîna perwerdeya mûzîkê ji bo  zarokên Amedê, serdana Konservatuara Aram Tîgranê kirin. Mamosteyê dibistana Aslan ya mûzîkê Lewend Aslan  diyar kir ku ji bo ew û mamostayên mûzîkê yên kurd ceribandinên xwe bi hev re par bikin ew hatine Amedê û got: "Em weke mamostayên mûzîkê yên kurd û Holendî, ceribandinên xwe ên perwerdeya mûzîkê a zarokan bi hev re parkirin."


Bi armaca dayîna perwerdeya mûzîkê ji bo zarok û mamosteyên Konservatuara Aram Tîgran ya dibiniya Şaredariya Bajarê Mezian a Amedê de xebatên xwe dimeşînin, 21 mamosta ji Amsterdamê hatin Amedê. Perwerdekarên Holendî ên li Amedê bûn mêvan, di dibistana Aslan ya Amsterdamê de mamostehiya mûzîkê dikin. Mamosteyan  tecrubeyên xwe yê perwerdeya mûzîkê bi mamosteyên kurd re parvekirin. Piştî vê perwerdeyê, momsteyên Aram Tîgranê dê bi şêwazên nû mûzîkê fêrî zarokan bikin.


‘Me ceribandinên xwe yên rengin bi hev re parkirin’


Lewend Aslan bi lêv kir ku armanca hatina wan ya Amedê ew e ku mamosteyên holendî çand û hunera kurdî ji nêz ve nas bikin û wiha got: “Li Holenda 180 çand û netewên cûda hene. Me xwest em ceribandinên xwe yên rengîn bi mamosteyên mûzîkê yên kurd re jî parbikin. Ji bilî perwedeya me da mamosteyên mûzîkê yên kurd, me jî dersên derbarê mûzîka kurdî de dîtin.”


‘Ne pêwîste ku zarok bi zimanê perwerdekar zanibe’


Mamosteyê beşa mûzîkê yê konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar jî da zanîn ku ders û semînerên navbera wan û mamosteyên dibistana Mûzîkê a Aslan de pêk hatin encamên baş derxistin holê. Şêrok destnîşan kir ku perwerdeya ku wan bi mamosteyên holendî re dîtin dê di sala nû de têkeve piratîkê û wiha pêde çû: “Me jî  semîner derbarê miqam, form, rîtim û dîroka kurdî pêşkêşî mamosteyên dibistana Aslan kir. perwedekar bi zimanên cîhanê stran fêrî zarokan kirin. Tiştê giring yê ku di encama vê perwerdê de derket holê ew e ku ne pêwîste zarok zanibe bi zimanê perwerdê karibe fêrî mûzîkê bibe. Mirov dikare bi zimanê laş jî mûzîkê fêr bibe. Ji bo pêşerojê dê komek ji konservatuara Aram Tîgran jî here Amsterdamê û van perwerdan û kargehan dewam bikin.”


‘Zarokên kurd ji bo min bûn îlham’


xwendevana dibistana Aslan ya Mûzîkê Sardîna Aslan  a 11 salî jî di derbarê hatina herêmê û dîtina zarokên kurd de nirxandin kir. Sardîna berî ku serdana Amedê bike konserek li Amsterdamê lidarxist. Armanca konsera dawî ya Sardîna ew bû ku, bi pereyên konserê  amûrên mûzîkê ji bo zarokên konservatuara Aram Tîgran bikire û diyarî wan bike. Sardîna anî ziman ku zarokên kurd ji bo wê dibin îlhamek mezin û wiha got: “Bi pereyên ku min ji konsera xwe qezenc kir min amûrên mûzîkê ji bo zarokên konservatura Aram Tîgran anî. Ez bi nasîna zarokên kurd pir kêfxweşbûm. Zarokên ku me bi dilek gerim pêşwaz kirin ji bo min bûn îlahmek pir mezin.”


(şh/zt)