Ji bo perwerda kurdî zarok û mamosta amade ne lê...
10:15
JINHA
RIHA – Welatiyên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê penaberî gundê Elîşêrê bûn, li bendêne ku zarokê wan perwerdehiya kurdî bibînin. Mamosteya ciwan ya bi navê Cahîde Mihemed ku li saziya Şehîd Viyan Amara perwerde dîtiye bilêv kir ku ew ji bo perwerdê bide amede ye lê bêlê tenê pêwistiya wan bi amûrên perwerdeyê hene.
Zarokên Kobanê yên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman cih û warê xwe biterikînin û bên gundê derdora Rihayê bicibibin li benda perwerdeya kurdî ne. Welatiyên gundê Elîşêr ên penaberî gundê Qopê bûne li benda perwerdeya kurdî ne. Yek ji şansê gundiyên Qopê saziya Şehîd Viyan Amara ye ku mamsoteya ciwan a binavê Cahîde Mihemed e . Bi dehan zarokên li benda perwerdeya bi kurdî ne tenê pêwîstiyên wan bi amûrên perwerdê hene.
‘Ez ji bo fêrkirinê amade me pêwîstî bi amûran heye’
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatiyên ji gundê Elîşêrê yên bi dayik û bavê xwe penaberî gundê Qopê bûne. Piştî li Kobanê saziya Şehîd Viyan Amara perwerda kurdî dibine, li gundê xwe dest bi dayîna perwerdeya kurdî dike. Mamosteya ciwan a bi navê Cahîde Mihemed (20) dixwaze li gundê Elîşêr û gundê Qopê perwerdeya kurdî bidi zarokan. Cahîde bilêv kir ku ew dikarin her derên gund veguherînin cihê perwerdê û perwerdeya wan a di nîvî de maye temam bikin. Cahîde banga alîkariyê li saziyên kurdî kir û diyar kir ku ew ji bo perwerda kurdî bide amade ye lê pêwîstiya wan bi pênûs, lênûs û jêbiran hene yanî pêwîstî bi hemû amûrên perwerdê heye. Cahîde derbirî ku ew naxwaze ji ber van şer û pevçûnan zarok bê perwerde bimînin û bi vê bûneyê ew hêvî dikin her kes bi hestiyarî tev bigere.
‘Ez dixwazim zimanê YPG'ê fêr bibim’
Mamosteya gund Cahîde zarokên Kobanê yê li derdora wê kom dibin bi dilsoziyê li benda roja perwerda kurdî bibîni ne. Di heman demê de xwişka mamoste Cahîde, Leyla Mihemed jî got: "Ez dixwazim biçim dibistanê lê li vir derfetên me tune ye ku em perwerda kurdî bibinin.” Zaroka bi navê Berfîn Abdo (7) jî bilêv kir ku "Ew ji zimanê xwe hez dike û dixwaze bixwîne". Ehmed Mihemed (12) jî bi heman gotinan diyar kir ku wan ji berya niha perwerde bi zimanê erebî dit lê ew dixwazim êdî bi zimanê xwe yê kurdî perwerdê bibînim.
(zt)

