Berxwedana Kobanê di roja 60'an de ye

10:17

JINHA


RIHA - Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 60'an de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çekên giran bi çekên sivik ên ferdî li ber xwe didin, her tim rûken in. Şervanên YPG/YPJ'ê şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Çend wêne ji vê berxwedana bi heybet.

*Şervanê YPG'ê yê li ser rêya herêma lê şer heye.

* Zarokên li herêma Tilşeîrê dimînin.

* Jineke ciwan a di wesayîta xwe ya li herêma Tilşeîrê de firaxan dişo.

* Maleke ku dîwarê wê ji ber topa hawanê hilweşiya ye.

* Sivîlên li herêma Tilşeîrê, kincê xwe yê şuştî li ber tavê radixin.

* Şervana YPJ'ê ya li mewziyê.

* Welatiyê ku wesayîta xwe ya ji ber hawan û guleyan rûxiya ye, paqij dike. 

* Ji firina ku hem ji bo sivîlan hem jî ji bo şervanên li eniya şer nan lê dixe, wêneyek.

(zt)