Zarokên me bi xwîna xwe sînor rakirin
10:21
JINHA
RIHA - Welatiyê bi navê Nuh Omer ê ku kurê wî li bakurê Kurdistanê û keça wî jî li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li sînorê Kobanê li gundê Mehserê berê xwe daye Kobanê. Nuh da zanîn ku zarokên wî bi xwîna xwe sînor rakirine û Kurdistan kirine yek.
Malbata Omer ku piştî şerê li Kobanê dest pê kir, neçar ma koç bike, li gundê Mehserê bi cih bû. Nuh Omer ji roja ku koç kiriye, li gundê Mehserê berê xwe dide Kobanê. Keça Nuh Omer din ava refên YPJ’ê û kurê wî jî din ava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dane. Kurê Nuh, Kawa Omer di 2005’an de li Beşîrî ya Êlihê di pevçûnekê de bi 7 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest daye.
'Min keça xwe bi destên xwe bi rê kir'
Vê carê xwişka wî Medîne Omer (Berfîn Kobanê) ala birayê xwe dewir digire. Medîne Omer ya tevlî YPJ’ê bû 6 mehan li Efrînê perwerde dibîne û diçe Qamişlo, ji wê jî diçe Kobanê. Medîne Omer di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Nuh diyar kir ku ligel ku xebatên siyasî pêşniyarê keça wî kirine jî keça wî qebûl nekiriye û wan bi destê xwe keça xwe oxir kirine. Nuh li Komeleya Şehîdan a Kobanê du salan xebitî ev tişt anî ziman: “Zarokên min bo gelê kurd jiyana xwe ji dest dan. Dijminên me Kurdistan parçe kirin.”
Serkeftina Kobanê serkeftina gelê kurd e
Nuh da zanîn ku zarokên xwe bi îdeolojiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gihandiye û wiha axivî: “Min zarokên xwe ne tenê bo Kobanê û hemû gelê kurd gihand. Her çiqas dijmin bi piştgiriya Tirkiyeyê bi ser me de bê jî dê gelê kurd axa xwe biparêze."
Nuh banga yekîtî û seferberiyê li gelê kurd kir û got ew dê bi hev re Kurdistanê azad bikin.
(zt)

