‘Werin ser sînor bibin diyarkerê berxwedanê’
10:49
JINHA
RIHA - Gelek dildarên ku pîşeya xwe berdane û hatine Kobanê hene. Du kes jivan Fîdan Kanlibaş û Çiya Çîçek e. Her du jî mamostene û pîşeya xwe berdane û hatine Pirsûsê. Fîdan li Kobanê bo perwerdeya zarokan hewl dide û Çiya Çîçek jî di depoya alîkariyê de dixebite. Banga dildaran gelek zelale: Bên sînor bibin kirdeya berxwedanê.
Fîdan Kanlibaş û Çiya Çîçek he du jî mamostene. Fîdan Kanlibaş ya ku mamosteya felsefeyê ye, ev 54 roje dildar dixebite. Fîdan bi zarokan re yekser eleqeder dibe. Fîdan da zanîn ku ji bo qadên ku zarok xwe îfade dikin kon vedane û bi usila îmc 4 kon kirin eyek û wek dibistanê amadekirn. Fîdan da zanîn ku piştî dibistanê temam bikin dê dest bi perwerda Kurdî bikin.
Divê zarok bên rehabîlîtekirin'
Fîdan diyar kir ku di vê demê de bi mamosteyên Kobanê re ketine têkiliyê û ji mamosteyan xwestine ku meclisan ava bikin û xwendekaran di bin banekê de bînin cem hev û wiha got: “Ji ber şer psîkolojiya zarokan xera bûye. Divê zarok bên rehabîlîtekirin.” Fîdan da zanîn ku li Konbajarê Rojava atolyeya jinê dê ava bikin û got dê destpêkê bi vedana konekê dest pê bikin û dê piştre van konan zêde bikin.
‘Divê her kes wijdana xwe guhdar bike’
Çiya Çîçek yê 27 salî ku ji Amedê hatiye ev 45 roje li sînor bi dildarî dixebite û got: “Ez mamosteyê perwerda bedenim. Li şûna min ez mamostetiyê bikim min xwest ez bêm bibim parçeyekê Kobanê. Di alîkariyan de kêmasî hene. Bi taybet bi hatina zivistanê re kêmasiya sobe, betanî, lehîf û cil û bergan heye. 5 meh berê xwişka min li qadên YPJ’ê şehîd ket. Ez ne tenê bo xwişka xwe, ji ber wijdana xwe hatime vir. Divê her kes wijdana xwe guhdar bike. Divê her kes bê sînor û xwedî li berxwedanê derkeve. Her kes dikare tiştekî bike.”
(zt)

