Biraziyê Kemal Pîr: Li Kobanê giyana Kemalan têdikoşe
12:00
JINHA
RIHA - Biraziyê Kemal Pîr Ziya Pîr tevlî piştgiriya berxwedana Kobanê ya li ser sînor bû û got: "Giyana Kemal Pîr, Haki Karer û Mazlûm Dogan li Kobanê têdikoşin." Ziya Pîr bang li her kesê kir ku piştgiriyê bide çalakiyê xeta sînor.
Li Kobanê berxwedana dîroki ya şervanên YPG û YPJ'ê li hember çeteyên DAIŞ'ê dû meh li peyî xwe hêşt. Di heman demê de çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê a li ser sînor jî bê navber didome. Demek berê xûşka Mazlûm Dogan Serap Mutlu tevlî çalakiya berxwedanê a xeta sînor bibû û niha jî Biraziyê Şoreşgerê Enternasyonalîst Kemal Pîr, Ziya Pîr tevlî bû. Ziya Pîr got: "Giyana Kemal Pîr, Haki Karer û Mazlûm Dogan li Kobanê şerdikin."
Ziya Pîr ku kurê birayê Kemal Pîr Mustafa Pîre, ji Almaniya yê hat xeta sînor û diyar kir ku, ji roja berxwedan despêkiriye wî xwestibû bê û tevlîbibe lê nekariye amedebe û wiha got: "Min despêk serdana şervanên YPG û YPJ'ê yên birîndar li Rihayê kir. Li Pîrsûsê bi dildarên ku kampaniya alikariyê dimeşînin re em hatin ba hev û derbarê pêwîstiyan de min agahî girtin. Ez li konan geriyam. Lê dema min van dîtin, min got xwezî ev yek qet ne hatiba jiyan kirin."
‘Li Kobanê giyana Kemal Pîr têdikoşe’
Ziya destnişan kir ku hîna giyana Kemal Pîr, Haki Karer û hevalên wî tê jiyan kirin û wiha berdewam kir: "Li Kobanê bi hezaran xwişk û birayên me şerdikin û heya ku ev giyan hebe wê Kobanê tû car nekeve. Ez berxwedana di xeta sînor de tê kirin jî dibînim. Ev hêviyek dide me û xweziya min kariba derbasî Kobanê bibama. Wêdemê dê derfetê min yên dîtina wan mirovên ku wî giyanî hildide ji nêzde dîtinê çêbibana. Ger neçim jî ez wan silav dikim."
Ziya Pîr di dawiyê de anî ziman ku ew bang li her kesê dike li berxwedana xeta sînor derkevin.
(rt/zt)

