Ji jinên DÎSK’ê banga mezinkirina berxwedanê

12:07

JINHA


RIHA - Endamên Komîsyona Jinan a DÎSK’ê ya ji Amed, Enqere û Stenbolê hatin, tevli nobeta sînor bûn.  Endama Komîsyonê Sînem Derya Çetînkaya diyar kir ku berxwedana Kobanê hemû nirxên mirovahiyê diparêze û ya herî girîng jî berxwedana jinê ye. Jinên DÎSK’ê ku tevli zincîra mirovahiyê ya sînor bûn,  da zanîn ku ji bo jiyan û azadiyê divê piştevanî û berxwedan bê mezinkirin.


Komîsyona Jinan a DÎSK’ê duh êvarê li gundê Mehser bûn. Komîsyona ku ji 16 kesî pêk dihat îro saet di 10.30’an de li heman gundî daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Komîsyonê Sînem Çetînkaya daxuyanî da û diyar kir ku berxwedana Kobanê nirxên hemû mirovahiyê diparêzin û got: “DAIŞ çeteyek dijminê jinê ye. DAIŞ li her cihê ku dagir dike mafên jinan yên hatin qezenckirin tune dike û jinan li bazarên koleyan difiroşin. Em jî lidijî vê êrîşa faşîzan nekarin bê deng bimînin.”


banga derketına kolanan


Sînem balkişand ser girîngiya mezinkirina berxwedan û piştevaniyê û li dijî rawestandina polîtîkayên şer yên deshilatdariyê banga daketina kolanan kir.


li sînor zincîra mirovahiyê


Piştî daxuyaniyê jin tevli çalakiya zincîra mirovahiyê ya gundê Mehserê bûn. Welatiyan destê hev girtin û ji bo şehîdên şoreş û azadiyê deqeyek rêz girtin.


(zt)