Delegeya KJB’ê Besê Şîmal: Divê jina kurd pirsgirêka netewî ji feraseta zilam cuda binirxîne

02:51

 


Hazal PEKER – Hangül ÖZBEY –JINHA


HEWLÊR – Delegeya KJB’ê Besê Şîmal ku di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de axivî, got ku “Divê jina kurd pirsgirêka netewî ji feraseta zilam cuda binirxîne. Di zîndanên li Tirkiyê, Îran û Suriyê de gelek jinên têkoşer hene. Ji bo azadiya wan, em têkoşîneke hevpar bimeşînin.”


Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, di roja yekem de bi panelan berdewam dike. Delegeya Koma Jinên Bilind (KJB) Besê Şîmal ku li ser girîngiya pêşketina sîstema rêxistinkirina jinê ya demokratîk rawestiya, diyar kir ku sedema koletiya jinê, sîstema desthilatdar e. Besê, destnîşan kir ku jin pirsgerêka xwe ya netewî çareser bike jî, divê xwe ji feraseta zilam xilas bike. Besê wiha berdewam kir: “Nîqaşkirina pirsgirêkê ya bi feraseta zilam, encam nade.  Divê em sîstema yekîtiya netewî bipêş bixin. Pêwîstî heye ku sîstema rêxistinkirina jinê ya demokratîk bipêş bikeve.  Ji bo azadî û îradeya jinê, Rêber Apo keda mezin da. Sedema Sîstema Îmraliyê jî ew bû ku ji ber ku Rêber Apo dostê jinê bû, ji bo azadî û îradebûna jinê ked û têkoşîna mezin da, wî bêdeng bike.  Lewma bû hedefa hêzên kapîtalîswt û dewletperest. Ji bo Rêber Apo azad bibe û dahîlê vê demê bibe, bi giştî jinên kurd jî divê têkoşîneke hevpar, berfireh û kûranî bimeşînin. Di zîndanên li Tirkiyê, Îran û Suriyê de gelek jinên têkoşer hene. Ji bo azadiya wan jinan jî, têkoşîna hevpar lazim e. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya jinan, têkoşîneke hevpar divê bê meşandin. Divê ev jî di vê konferansê de bi rengekî, bibe biryar.”


Hevseroka BDP’a Mêrsînê Aynur Aşan jî, di axaftina xwe de pêşengên têkoşîna jinan, ên wekî Leyla Qasim, Gulnaz Karataş, Şîrîn Elemhûyî bi bîr anî û destnîşan kir ku jinên kurd divê di pêvajoya dîrokî de, rola xwe bilîzin.


Mahabad Mihemed ku di panelê de axivî jî, balê kişand ser bandora ku parçebûna welatê kurdan li ser civakê kiriye. Mahabad got “Feraseteke zayendparêz heye. Divê cihê jinê yê di mekanîzmayên biryarê de, bê zêdekirin. Divê jin di biryarên siyasî de berpirsyarî bigirin ser xwe.” Mahabad pêşniyaza “Bila danezaneke jinê bê avakirin” kir û xwest ku jin di asta amadekariya konferansa netewî de roleke çalaktir bigirin ser xwe.


Wêne – Kamera: Hazal PEKER – Hangül ÖZBEY


(hp/hö)