Tacîzkarê zarokan piştî 30 salan hat binçavkirin

16:41

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îngîltereyê tacîzkarê zarokan Alan Gregory Norster, piştî 30 salan 12'e sal hûkmê girtîgehê lê hate birîn.


Li Îngîltereyê Alan Gregory Norster di salên bûrî de ji ber tacîz kirina zarokan û sûcdariyê derket pêşbirî dadgehê. Di dûrûşma dadgehê de jinên ku navê wan ne diyar, di temenên bi çûkde ji aliyê Alan ve  hatibûn tecewiz kirin amede bûn. Li dadgehê yek ji wan jinan wiha got: "Ji ber te min zaroktiya xwe jiyan nekir, min hewil da dawî li jiyana xwe bînim lê bi ser neketim. Bi salane ez li rûyê mirovan nanêrim, li hember herkesê ji ber te min derew kir." Jina din jî diyar kir ku dema ew biçûk  Alan wê tecewiz dike û tehdîdên bi awayê: "Kes wê ji te bewar nake wê te bigrin û bibin" lêdike.


Bersûc Alan ji ber 3'ê bûyerên tecewizê û 10 sûcên ku pêk aniye 12'e sal cezayê girtigehê lê hate birîn. 


 (rt/zt)