Li Wanê xwarinên malê li benda mêvanane

08:34

Bacı Anuk / JINHA


WAN – Li Wanê Fatma Îlvan xwaringeha xwarinên malê têde tê çêkirin vekiriye. Fatma di du saetan de 8 xwarinên cuda çêdike. Fatma ya ku miştêriyên xwe weke misafirên mala xwe dide nasîn bang li jinan kir û got: “Bila hemû jin xwe perwerde bikin û bi hêza xwe ya cewherî bawer bikin.”


Mêr li heberî qirîza aboriyê weke bêçareyan di çaxaneyan de dirunin, lê jin li heberî pirsgirêkên aboriyê bê çare namînin. Yek ji jinên li heberî pirsgirêkên aboriyê ji bo xwe çare dîtiye jî Fatma Îlvane… Fatma bi hevkariya hevjînê xwe cihê xwarinê vekiriye û ji bo aboriya mala xwe dixebite. Fatma di sala 2006’an de cara yekem li Wanê xwaringeha xwarinên malan vekir. Fatma hêza xwe ya cewheriya veşartî derxistiye û di xwaringeha Îlvan de nîşan dide.


‘Ji bo derxistina hêza xwe ya cewherî perwerde şerte’


Fatma diyar kir ku din ava her civakekê de jin xwediyê cihek tayîbetin, lê din ava Tirkiyê de weke “cinsê duyem” tên dîtin. Fatma da zanîn ku ji bo jin bawerî bi hêza xwe ya cewherî û azadiya aboriya xwe bîne perwerde şerte. Fatma destnîşan kir ku jin bi tekoşînê dikare di jiyana xwe de xwe bigihîne gelek cihên serkeftî.


‘Xwendina zaroka min ya keç gelek giringe’


Fatma ya ku bi salan li navendên perweda gel perwerde daye anî ziman ku ji bo mezinkirina zarokên xwe wê tekoşînek mezin daye. Fatma derbirî ku dema hevserê wê îflas kiriye wê mamostatî dikir. Fatma bilêv kir ku ji ber wê de gelek cihan de kar kiriye êdî hêza xwe ya cewherî naskiriye û wê bi karê xwe zarokên xwe jî dane xwendin.


‘Bi vekirina vî cihê kar min gelek deyînê xwe jî girtin’


Fatma da zanîn ku vekirina wê ya cihê kar di aliyê manewî de gelek hêz daye wê û wiha domand: “Ez gelek ji cihê karê xwe hez dikim. Bi zoriyan min vekir û niha gihştime cihê xweş. Li gorî min jin dikarin hêza xwe bikar bîne, bi dilxwazî li gel hevserê xwe dikarin cihê kar vekin û bigihin cihên xwe. Di vî cihê kar de min gelek ked da û gelek deyînên xwe jî girt. Di rastiyê de dikarim bêjim ez gav bi gav pêşketim. Ez dixwazim pêşketina hemû jinan wiha bibînim.”


‘Min bi çavê mêvanan li miştêriyên xwe dinêrî’


Fatma destnîşan kir ku ji bo jinan mêvanperwerî beriya qazancên aboriyê tên û wiha berdewam kir: “Min ji esnafiyê tuştek fêmnedikir. Bi salan muştêriyên dihatin li vêderê min bi çavê mêvanan li wan dinêrî. Weke ezê xwarinê amade bikim dê mêvan bên ez diketim telaşê. Lê di jiyana esnafiyê de ve telaş guherîna hêza cewherî hinek bi alîkariya hevserê min bû. Ez hîna têgiha misafir dixebitînim, ji ber di çavên min de misafir misafirin.”


‘Di nava du saetan de ez heşt rengê xwarinê pêşkêş dikim’


Fatma ya di mitfexê de hunera xwe pêşkêş dike wina axaftina xwe didomîne: “Dema ku mirov hîn dibe zoriyan nakêşe. Berê de dema kum in musafir rêdixistin min bi şevê xwarin çêdikirin, lê niha bi vekirina vî cihê kar re hinekî dinê hêsanbû. Ez dinava du saetan de heşt cureyên xwarinê pêşkêş dikim. Li gel van jî beqlewa û borekan jî amade dikim. Bêguman ez bi tenê nakim du xizmên me alîkariya min dikin. Bi saya her du xizmên xwe û hevserê xwe ez gelek zoriyê nakişim û bi heskirin vî karî dikim. Di tevayî jiyana xwe de min hemû karê xwe bi heskirin kiriye.”


‘Dayîkên ronak pêşeroja ronake’


Fatma banga vekirina cihên kar li hemû jinan kir û wiha dom kir: “Min qala pîşeyê xwe yê di dema poerwerdeya gel de kiribû. Me li wê perwerdeya pîşeyî, xwendin û nivîsandin dida. Li gorî min divê hemû jin beşdarî van perwerda bibin û di aliyê pîşeyî de tuştnan hîn bibin. Her wiha divê jin zarokên xwe yên keç bidin xwendin û pêşerojek ronak avabikin ji bo nifşê nû. Bi tayîbetî jî jinên ciwan divê di aliyê pîşeyî de xwe pêş bixin û kar bikin. Li gorî min peyama herî giring ji bo jinan eve.”


(zt)