‘Bila êdî kesayeta zarokên kurd bi zimanê dayikê teşe biger’

08:36

Şêrîn Hiso / JINHA


AMED - Navenda KURDÎ-DER'ê  ya Amedê dest bi pergala nû ya perwerda zimanê kurdî dike. Di derbarê şêwaza nû ya perwerdê de Mamostaya KURDÎ-DER'ê Şemsa Aidbaş girêdayî şêwaza nû ya perwerda kurdî wiha got: " Divê em giringiyê bidin karanîna zimanê kurdî di her qadê jiyanê de. Da ku em bighêjin armanca guhertinê di pergala perwerdê de."


Bi armanca belavkirina hişmendiya zimanê kurdî, Navenda Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî KURDÎ-DER pergala perwedehiya zimanê kurdî guherî.  Mamosteyê zimanê kurdî yê KURDÎ - DER'ê Bahoz Baran da zanîn ku fêrkirina rêzimana kurdî bi tenê, zimanê kurdî bi xwendevanan ne dida hezkirin û wiha got: "Zimanê kurdî ne tenê rêziman e, dewlemendiya zimanê kurdî di foklora kurdî de veşartiye." Bahoz giringiya xwedî derketina zimanê zikmakî bi gotina 'ziman mala hebûnê ye ' ve girêda. Bahoz şertê însanbûnê yê yekemîn, bi hebûna ziman ve girêda û wiha pêde çû: "Gelek tişt bi ziman ve girêdayî ne. Dema ku mirov derfetê bide wendakirina zimanê xwe yê zikmakî, raste rast xwe jî wenda dike."  


'Em ser kurdiya qedîm di xebitin'


Mamosta Bahoz anî ziman ku KURDÎ - DER hertim ser fêrkirina rêziman radiwestiya lê cewherê zimanê kurdî di folklora kurdî de veşartiye û wiha axivî: "Rêziman zimanê kurdî bi xwendevanan nade hezkirin. Hişmendiya 'kesên rêzimana kurdî nizanibe, nikare kurdî bi axive' derketiye holê. Ev hişmendî di serê mirovan de tirsek çêkiriye. Dewlemendiya zimanê kurdî di rêzman de nîne. Kesên hatine bişaftin tenê dixwazin bi kurdiyek xweş ya bav û kalan biaxivin. Me biryar da em ser kurdiya qedîm xebatê bikin û me dît ev bêtir insana bi ziman ve girêdide. Kurdiya qedîm ser folklorê hatiya avakirin têde biwêj, zûgotinok, mamik û çîrok hene. Dema em bixwazin xwe bigînin rehên kurdî divê em berê xwe bidin çand û zargotinê xwe. Cewhera kurdî di wê de veşartiye."  


'Perwerda zarokên Şengal û Rojava'


Bahoz da zanîn ku dema wan xebatên perwerdeya zimanê  kurdî ji bo kurdên ji Şengal û Rojava hatin dikirin, gelek kêmasî derketin holê û wiha axaftina xwe dewam kir: "Dema welatiyên Şengal û Rojava hatin bakurê Kurdistanê pêwîst bû ji bo zarokên wan  perwerda  kurdî  bê dan. Ev rewş kêmasiyên me derxist holê. Diyar bû ku me amadekariyek zêde ji perwerdeya zimanê kurdî re ne kiriye. Dema em di vî warî de li xwe dinêrin em dibînin em hîn qelsin. Divê ev bar ne tenê ser milê KURÎ-DER'ê be. Pêwîste hemû saziyên din jî bi rola xwe di pêşxistina zimanê kurdî de bilîzin. Dewlet êdî mecbûre zagonên xwe bughere û zimanê kurdî qebûl bike."


'Divê zimanê kurdî  li her qadê bê karanîn'


Mamosteya KURDÎ-DER'ê Şemsa Aidbaş ya ji sala 2012'an de mamostetahiya zimanê kurdî dike, bi lêv kir ku heya niha pergala perwerdehiyê ya KURDî-DER'ê ser fêrkirina rêziman radiwestiya. Şemsa ragehand ku xwendevana giringî didan hînbûna rêzimanê kurdî, ev yek dibû sedema ku xwendevan axaftin û xwendina xwe pêşnexin û wiha dirêjahî da axaftina xwe: "Dema  me ev kêmasî dît me xwest em pergala perwerdê biguherin. Kesên fêrî rêziman dibe piratîka xwe pêşve nabe. Divê em giringiyê bidin karanîna zimanê kurdî di her qadê jiyanê de. Da ku em bighêjin armanca guhertinê di pergala perwerdê de."


'Rola jinê di parastina zimanê kurdî de'


Şemsa di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya rola jinan di parastin û pêşxistina zimanê kurdî de û wiha got: “Di xwedîderketina zimanê kurdî de rola herî giring ser milê jina ne. Jin dema ku bi zarokên xwe re bi kurdî biaxive, kesayetiya zarokan bi kurdî ava dibe. Divê di vî alî de hişyar be. Bila êdî kesayeta zarokên kurd bi zimanê dayikê teşe biger."


(şh/zt)