KURDÎ-DER’ê navê 105 tax û gundan yên kurdî derxistin holê

09:40

Vildan Atmaca / JINHA


WAN – Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê di çarçoveya xebatên xwe de din ava navçê de navê 105 tax û gundan kirin kurdî. Di derbarê xebatên hatin kirin de Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê Nefise Taylan got: “Li heberî hemû polîtîkayên înkar û îmhayê gelê kurd dest ji ziman û çanda xwe bernedan û dê bernedin.”


Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê di salan 2008’an de hatiye vekirin. Ji wê demê heya niha di aliyê ziman, wêje û dîrokê de xebatên giring birêve birine. Di sala 1930’an de qirkirinên ser gelê kurd yên weke Zîlan ê berdewam kirin û din ava navçê de navê hemû tax û gundan guherandin. KURDÎ-DER’ê di xebatên xwe yên çar mehan de navê gund û taxên hatibûn guhertin vegerandin navê wan yên berê yên kurdî. Di derbarê xebatên hatin kirin de Hevseroka Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê Nefise Taylan diyar kir ku bi qirkirinên fîzîkî yên weke Geliyê Zîlan ser gelê kurd kirin, bi van qirkirinan re tehmûla wan ya li hemberî çanda  kurdî jî nema û navê hemû cihan guherandibûn. Nefîse da zanîn k udi dîrokê de li gel hemû bişaftin û tundiyan jî gelê kurd teslîmî bişaftinê nebûn. Nefîse destnîşan kir ku bi xebatên KURDÎ-DER’ê carekedin ew dîrok û çanda li ber tunebûnê şax dide.


‘Gelê me li heber înkar û îmhayê tekoşîn kirin’


Nefise anî ziman ku gelê kurd li hemberî polîtîkaya înkar û îmhayê tekoşîna xwe berdewam kirine û wiha got: “Kurdan li hemberî îskenc, qetluam û zilmê li berxwedane.” Nefise derbirî k udi salên 1926-1930 an de qirkirinên weke Serhildana Agirî û Geliyê Zîlanê kirin û li peyî wan qirkirinan jî navên hemû cihan guhertin û navê tirkî lê kirin û wiha domand: “Navê hemû tax û gundên kurd û ermeniyan guherîn. Lê gelên berxwedêr nehêlan ev nav wenda bibin û heta niha veşartine.”


Heta niha navê 105 tax û gundan vegerandin navê wan yên berê


Nefîse bilêv kir k udi nava Erdîşê de wan dest bi lêkolîna navên berê kirine û heta niha ew gihiştine 105 navan û hîna xebatên xwe yên ji bo vegera navan berdewam dikin. Nefîse anî ziman ku ji bo vegerandina navên tax û gundan yên kurdî û ermenî wan li gel şaredariyê dest bi xebatek hevbeş kirine û dê heta vegera hemû navan xebatên xwe berdewam bikin.


‘Kurd tucarî dest ji çand û zimanê xwe bernadin’


Nefîse diyar kir ku kurdan di dikên dîrokê de bedelên giran dane û wiha dom kir: “Emê weke Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê bi gelê xwe re çand û zimanê bi kedek mezin hatî parastin bidin jîndarkirin. Li hemberî hemû polîtîkayên dewletê yên tunekirinê kurdan dest ji çand, ziman û xweseriyên xwe bernedane û dê bernedin jî.”


Her wiha Nefîse got: “Ew weke Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê waneyên dîrok û çanda kurdî dindin û ew wane ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin tên.”


(zt)