Şev di çeperê de rojê di terzîxanê de
10:06
JINHA
KOBANÊ – Yekta Kobanê yê şev di çeperê de û roj jî di terzîxanê de got: “Em li gorî pêdiviyan dixebitin. Em bi roj di terzîxanê denin û bi şev jî di çeperan denin. Ez bang li hemû ciwanên kurd û tayîbetî jî ciwanên Kobanê dikim: Werin em bi hev re axa xwe biparêzin.”
Berxwedana Kobanê ne tenê di çeperan de hem di çeperan de hem jî li peyî çeperan berdewam dike. Ji bo pêdiviya berxwedêran çî ji destê kê tê dikin. Yek ji yên hem di çeperan de û hem jî ji derveyî çeperan berdewam karên dinê jî dike Tarzîcî Yekta Kobanêye. Li gorî nûçeya Rojnameger Selahattin Aslan Yekta Kobanê hem di çeperan de li gel şervanên YPG/YPJ’ê tevlî berxwedanê dibe û hem jî ji bo welatiyan kincan didiru. Yekta Kobanê yê şev di çeperê de û roj jî di terzîxanê de wiha dobêje: “Dema ku şerê Kobanê despêkirî me xebatên terzîxanê dabon rawestandin. Lê piştî niha hefteyekê cardin me terzîxaneya xwe vekir. Me dît pêdiviya hevalan bi kincan heye, li ser wan pêdiviyan me carekdinê terzîxane vekir. Erê me di Kobanê de şerek giran jiyan kir. Lê ev nayê wateya ketina Kobanê. Em niha li ser pêdiviyan dixebitin. Em bi şev di çeperandenin û bi roj jî di terzîxanê denin.”
‘Divê kincên ji sermayê parastinê hebin’
Yekta Kobanê anî ziman ku ew 09.00 – 10.00’an dest bi kar dikin û wiha domand: “Bi giştî em 4-5 kes dixebitin. Lê li gorî rewşê dikare hijmar kêm û zêde bibe. Li gorî pêdiviyan hijmara met ê guhertin. Em dikarin bêjin di aliyê tekînî de pêdiviya me li vêderê bi hemû tuştan heye. Lig elek cihên berê terzîxane lêbûn teqîn çêbûn. Pêdiviyên me hene. Heta carnan pêdiviya me bi yek pişgokê dibe. Em herî zêde di aliyê dîtina qumaş de zoriyê dikêşin. Hem jî bi hatina zivistanê re pêdiviya hevalan bi kincên parastina ji sermê hene.”
‘Werin em bi hev re serbikevin’
Yekta Kobanê da zanîn ku hemû kesên li ser axa Kobanê çî ji destê wan tên dikin û wiha bang li ciwanên kurd kir: “Ez dixwazim bang li ciwanên kurd û tayîbetî jî ciwanên Kobanê bikim: Werin em bi hev re axa xwe biparêzin. Serokatî digot: ‘Em ciwan despêkir, emê ciwan serbikevin.’ Hun jî werin em bi hev re serbikevin. Werin em dest bidin hev û bi hev re serbikevin.”
(zt)

