Li ser sînor stranên şoreşê bilind dibin
10:11
JINHA
RIHA - Li Pirsûsê, hemû endamên malbatek Kobanê ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê, her roj diçin ser sînor û ji sibê heta êvarî ji bo şervanên YPG/YPJ'ê stranên şoreşê distrên.
Li Kobanê şerê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 2 meh li pey xwe hişt. Bi sedhezaran welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê mal û warê xwe terk kirin û hatin Pirsûsê. Bi deh hezaran welatî di konan de, bi deh hezaran welatî jî di dikan, embar û xanan de bi cih û war bûn. Yek ji malbata ku ji Kobanê hatin Pirsûsê û di embara genim de bi cih bûn li gel hemû endamê malbatê her roj serê sibê diçin ser sînor û heta êvarî li ser sînor nobetê digirin. Malbata Sedika Muhammed (42) û Osman Bakuş (50) û zarokên wan Gelhat (21), Şîraz (20), Înas (14), Terkan (12) û Hammed Osman (10) her roj ji sibê heta êvarî diçin ser sînor nobetê digirin û ji bo piştgiriya şervanên YPG/YPJ'ê stranên şoreşgerî distrên.
Gelhat, Şîraz û Înaz, diyar kirin ku ew şagirtên endama YPJ'ê Viyan Amara ku di heman demê de mamosteya zimanê kurdî bû û wiha gotin: "Heval Viyan, em ji pişaftina ziman a faşizma ereb rizgar kirin. Zimanê me yê dayikê kurdî ji nûve fêrî me kir. Em niha bi zimanê kurdî ji bo şervanan stranan dinivîsin û distrên.”
Şiraz Osman, anî ziman ku heta diçin ser sînor rastî gelek astengên leşkeran tên, lê disa diçin ser sînor û zincîra mirovan çêdikin. Şîraz, anî ziman ku ew diçin ser sînor şervanên YPG/YPJ'ê silav dikin û wiha got: "Ez di heman demê de di Koma Muzîkê ya Botanê ku li Konbajarê Kobanê hatiye avakirin de cih digirim. Min ji bo hevalên xwe yên di Koma Botanê de şehît ketin helbest nivîsandin. Ez ji bo êşa xwe kêm bikim distrêm Stranên me ji bo heskirina me ya şehîdan û şoreşê ye. Heta ku ez şervanên Kobanê silav nekim ez xwarinê li xwe qedexe dikim. Em hemû malbat diçin tev li zincîra mirovan dibin û slavên xwe ji şervanan re dişînin.”
Gelhat Osman jî anî ziman ku wan biryar da li gel bavê xwe dîsa biçin tev li Şoreşa Kobanê bibin û şer bikin. Gelhat, da zanîn ku ew dixwazin keda wan jî di navde hebe û şoreşa ji Kawa girtine li Girê Miştenûrê mizgîniya azadiyê bidin.
Gelhat Osman, anî ziman ku ew şagirtê şervana YPJ'ê Viyan Amara ye û helbestên şoreşê dinivîsin û wiha got: "Heval Viyan mamosteya min a zimanê kurdî bû. Ez ji pişaftina zimanê erebî rizgar kirim.”
(zt)

