Ciwanên di depoyê de dixebitin: Her tişt bo Kobanê ye
10:15
JINHA
RIHA - Ciwanên temenê wan di navbera 15-18’î de ye û xizmên wan li Kobanê ne, diyar kirin ku ji ber ku temenê wan pê negirtiye û neşandine YPG’ê ew jî di depoyên alîkariyê de dixebitin.ciwanên ku deqeyekê vala namînin gotin: “Em bo Kobanê amade ne ku canê xwe feda bikin.” Ciwanê bi navê Ocalan got ew bi vê xebatê dixwaze bo gelê xwe bibe alîkar.
Kobaniyên ku ji ber êrîşên Kobanê hatin Pirsûsê di nava xebatan de cih digirin.di vana van de ciwan jî hene. Piranî xizmên wan di mewziyan de parastina Kobanê dikin. Ciwan di depoya alîkariyê ya Şaredariya Pirsûsê de bi armanca piştgiriyê dixebitin.
Bi vî awayî dibin alîkar
Ciwanê bi navê Ocalan (15) birayekî wî li YPG’ê ye û yek jî li YPG’ê di pevçûnekê de birîndar bû niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Ocalan bi lêv kir ku ew 8 xwişk û biran e û wiha got: “Ez bo alîkariya gelê xwe li depoyê dixebitim.” Ocalan da zanîn ku dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girtin, ew hatiye dinê û ji ber vê yekê navê Ocalan lê kirine. Ocalan ev tişt anî ziman: “Tenê daxwaza min ew e ku ez vegerim Kobanê. Ez di valakirin û bicihkirina alîkariyan de dixebitim. Ez bi vî awayî hewl didim cem gelê xwe bixebitim."
'Em ê ji bo Kobanê canê xwe feda bikin'
Mahîr Bozan (16) jî got ku ew gelek caran çûye Kobanê û xwestiye tevli YPG’ê bibe lê paşde nehatiye şandin û wiha axivî: “Di vî şerî de dê Kobanê bi ser bikeve. Ez berê 8-9 mehan li YPG’ê mam. Lê piştî pevçûn dijwar bûn ez şandim. Xebata me ya li vir bo Kobanê ye. Em bo gelê xwe dixebitin. Li ku derê peywirê bidin me em ê li wir bixebitin. Em bo Kobanê canê xwe feda dikin."
'Ez ji bo gel û hevalan vê xebatê dimeşînim'
Dilovan Kobanê (17) anî ziman ku ew sal û nîveke di nava refên YPG’ê de maye û navê xwe ji YPG’ê girtiye. Dîlovan da zanîn ku ew dixwaze demildest biçe Kobanê û got ku armanca wî ya li vir ev e ku ji bo hevalên xwe û gelê xwe bibe alîkar.
Kobanê ev yek heq nekiriye
Xalît Hafîz (18) jî bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Ez li benda roja ku em serê çeteyan bipelçîne ne. Ji bo ez vala nemînim û ji bo gelê xwe bibim alîkar ez li vir dixebitim. Gelê Kobanê ev heq nekiriye. Çete bi ser me de şandin. Lê gelê me ne tenê ye. Em bo gelê xwe ji bo her tiştî amade ne.”
(zt)
