Ji bo gelê Kobanê tax bi tax alîkarî kom kir
10:22
JINHA
RIHA - Li Wanê mele Abdulgaffar Yildiz (70) ê ku tax bi tax, esnaf bi esnaf ji bo alîkariya bi gelê Kobanê re geriya, ji bo alîkariya berhev kiriye bibe ji gelê Kobanê re bi malbata xwe re ber bi Pirsûsa Rihayê ve bi rê ket. Abdulgaffar diyar kir ku dema ku êrîş li ser gelê Kobanê hebe û gelê wan mexdûr be ew nikarin li cihê xwe de rûnê.
Li hemberî komkujî û dagirkirinê, berxwedana bêhempa ya gelê Kobanê ku keta rojeva cihanê bû sedem ku ji 7 salî heta 70'ê salî ji bo piştevaniyê bên cem hev. Mele Abdulgaffar Yildiz ê (70) li Wanê dijî ji bo piştevaniya bi gelê Kobanê re ji Cejna Qurbanê şûnde bi tax bi tax, esnaf bi esnaf digere alikariyê kom dike. Abdulgaffar destnîşan kir ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê min xwest ez ji bo gelê Kobanê alîkarî kom bikim û min ji serê Cejna Qurbanê û şûnde dest bi geriyana alîkariyê kir. Abdulgaffar li aliyekê êrêş li ser gelê me hebe li aliyê din ez nikarim li cihê xwe de rûnim temaşe bikim.
'Nêzî meh û nîveke ez alîkariyê kom dikim'
Abdulgaffar anî ziman ku ew li Wanê tax bi tax, esnaf bi esnaf geriya ye û alîkarî kom dikir. Abdulgaffar derbirî ku wî bi destê xwe xwestiye alîkariya kom kiriye bi destê xwe radestî gelê Kobanê bike ketiye li ser rêya Pirsûsa Rihayê. Abdulgaffar spasiyê xwe ji bo gelê Wanê yên tevlî alikariyê bûne kir û diyar kir ku ew tenê ji bo vê alîkariyê bûye weke qasîdek. Abdulgaffar anî ziman ku di nava mehekê de wî 30 çalê mezin û 500 cotên pêlavan kom kiriye û bi destê xwe teslîmê Komeleya Piştevaniya Rojava kiriye.
Mele Abdulgaffar Yildiz diyar kir ku tu eleqa van çeteyê mirinê bi ola îslamyetê re tuneye wiha axivî: "Ev çete pêxemberê me jî nas nakin li ser navê ola îslama pîroz dijminatiya îslamê dikin. Ma gelo di ola îslamê de heye ku mirov birayê xwe ye misilman bikuje? Li kijan cihê quranê hatiye nivîsandin mirovê bê guneh bikuje û jinan bi firoşe.” Abdulgaffar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê jî pişgiriya van çeteyên mirinê dike û piştgiriya bi çeteyên DAIŞ'ê re bi awayek tund şermezar kir.
(zt)

