Ji DAIŞ’ê hovîtiyeke din: Serê welatiyê astengdar jêkirin

11:36

JINHA


RIHA - Çeteyên DAIŞ’ê ji roja dest pêka êrîşên li dijî Kobanê heta niha êrîşî gundê Pendîrê dikin. Serê welatiyê astengdar ê bi navê Zehîr Kurdî yê dibêje “Em tu caran gundê xwe naterikînin” jê dikin, Ethem Nebo dîl digirin, ji bavê Ethem Nebo, Nebo Mislîm jî agahî nayê girtin. Ethem Nebo yê 50 rojan dîl dimîne ji ber îşkenceyê milê wî yê çepê felc dibe. Hevsera Nebo Mislîm, Xalîde Şakî Elî jî bi gotina “êdî cihan bile ji zilma van re bibêje bes” nerazîbûna xwe tîne ziman.

Her roj hovîtiyeke din a çeteyên DAIŞ’ê derdikeve holê. Beriya 60 rojan dema ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir diroja destpêka êrîşan, êrîşî gundê Pendîrê ya başûrê Kobanê ye kirin. Di dema êrîşan de li gund tenê 3 kes hene. Welatiyê astengdarê mejî yê bi navê Zehîr Kurdî (35) yê bi gotine “Em tu caran gundê xwe naterikînin” ji gund derneket ji ber vê yekê çeteyan serê wî jêkirin, welatiyê bi navê Ethem Nebo (39) tê dîlgirtin, bavê wî Nebo Mislîm (60) jî ji wê rojê heta niha agahî jê nayê girtin. Milê Ethem Nebo ji ber îşkenceyê felc dibe.

‘Çetan serê astengdarê me Zehîr ê 35 salî jê kirin’


Ethem Nebo yê 50 rojan di destê çeteyên DAIŞ’ê de ma ev tişt anî ziman: “Çeteyên DAIŞ’ê di destpêka êrîşan de êrîşî gundê Pendîrê ya başûrê Kobanê kirin û welatiyên gund koçî Pirsûsê kirin. Lê dînê gund Zehîr Kurdî û bavê min Nebo Mislim gund nexwestin biterikînin. Ji ber ku bavê min gund neterikand min got ez ê jî neçim. Hatina çeteyan a ji aliyê Cerablusê ji bo ku bikaribim bibînim min xwe li baxçeyên fistiqan veşart. Lê ez ketim destê çeteyan û hatim dîlgirtin. Dema ku çete ketin gund ewil serê astengdarê me Zehîr ê 35 salî jê kirin. Lê ez nizanim çi ji bavê min kirin. Ez jî birim Cerablusê.”

Li Cerablûsê îşkence

Ethem Nebo destnîşan kir ku li Cereblusê gelek kurd dîl tên girtin û rastî îşkenceyên giran tên û îşkenceyê ku dîtiye jî wiha tîne ziman: “Destên min jî kelepçe kirin, min daliqandin û îşkenceya Filistinê li min kirin. Ez ji ser xwe ve diçûm lê dema dihatim ser hişê xwe min ji wan re digot serê min j êmin ez xilas bibim. Hin kesên sivîl dianîn pêş berî min û digotin bibêje ev YPG’î ye lê dem amin digot ez van kesan nas nakim l imin dixistin. Piştî 50 roj temam bû min birin Mîmîcê. Êdî îşkence bi dawî bûbû yan dê serê min jêkirina yan jî serbest berdana. Piştre serbest berdan û gotin cardin li van deram em te nebînin. Qaşo çeteyen DAIŞ’ê misilman in lê îşkenceyên di ol de nîn e li men kirin Niha milê min ê çepê felc bûye.”
‘Dibe ku bav êmin kuştibin’

Ethem Nebo aqûbeta bavê xwe nizane. Ethem destnîşan kir ku qet bavê xwe nedîtiye û wiha axivî: “Ji bo bikaribim bavê xwe bibînim min binçavkirin girt ber çavan. L êmin ne bavê xwe parast ne zî ji aqîbeta wî agahdar bûm. Bav êmin qet neanîn cihê ez lê me. Bavê min an li gund qetilkirin an jî dîl girtin û birin cihekî din.” Ethem bilêv kir ku çeteyan serê astengdarê mejî Zehîr Kurdî jî jê kirin û wiha got: “DAIŞ’ê serê astengdarê mejî yê ku nexwest gund biterikîne jê kir, bavê min jî nedixwest gund biterikîne dibe ku ew jî qetilkirin.”


‘Bila êdî hemû cihan ji vê zilmê re bêjin êdî bes e’


Hevsera Nebo Mislîm, Xalîde Şakî Elî jî diyar kir ku ew ê tu caran zilma ku çeteyên DAIŞ’ê bi sivîlan dike tu caran nayê jibîrkirin û wiha berdewam kir: “Hevserê min nexwest gund biterikîne û gote tu caran dê penaberiyê qebûl neke. Gundê me hê jî di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye ji ber vê yekê jî em agahiyan nagirin. Hêviya min ew e ku em di demeke kin de vegerin gundê xwe, em wekî gelê kurd bi sed salan vê qatlîamê ji bîr nake. Hevserê min kal bû, sivîl bû ma çi zirar dabû, kîjan bawerî, sultan û padişahê? Em kesên ku diçin zeviya xwe û axa xwa ve mijul dibin in û debara xwe dikin. Me çi zirar daye van çeteyên ku serê mirovan jê dikin. Bila êdî hemû cihan ji bo vê zilmê re bibêje êdî bes e, em hemû talan bûn, niha em bê cih û war bijîn çi wateya wê heye?”

(zt)