Li Antaliyayê 9’emîn Festîvala Fîlmên kedkaran a Navnetewî despêkir

11:45

JINHA


ANTALYA - Li Antalyayê 9'emin Festîvala Filmên kedkaran a  Navnetewî bi pêwendiya"Her der berxwedan her der Festîvale" di navbera 14 û18'ê Mijdarê de despêdike. Wê bi belgesela"Heya riya gerdûn û evînê bibe yek" ku têde gera berxwedanê îfade dike despêbike û di nava festîvalê de 54 filîm cihê xwe digre.


Li Antaliyayê 9'emîn Festîvala filma kedkaran a Navnetewî bi pêwendiya"Her der berxwedan her der festîvale"di navbera 14 û 18'ê Mijdarê de wê  were li darxistin. Berî çend mehan derhêner Reyan Tuvî bi  filama Antaliya portakala zêrîn tevî festivalê bibû lê di festîvalê de fîlma wî hatibû sansor kirin. Lê vê carê jî vekirina festivalê bi belgesela "Heya riya gerdûn û evînê bibe yek" ku têde gera berxwedanê îfade dike û derhênerê wê cardin Reyan Tuvîye wê despêbike. Di festîvalê de wê 54 fîlîm cih bigre û meresîma vekirina festîvalê de xelatên kedê wê li ser bîranina 301 kedkarên ku di qetilama madenê a li Somayê de jiyanê xwe ji dest dane, ji Naciye Kaya û sendîkacî Abdulkadîr Gule re were dayîn.


Di  berga festîvala ku di 15'ê Mijdarê de li salona çandê a şaredariya Muratpaşa, saet 14.00'de piştî etmaşe kirinê fîliman, wê bi derhêner Gulbîz Saglam,Yasîn Semîz û Suat Eroglu re hevpeyvîn despêke. Derhêner Reyan Tuvî di roja yekşemê 16'ê Mijadarê de jî, li Şaxa Senê ya perwerdehî a Antaliya yê wê bi temaşevanên xwere were ba hev.


(rt/zt)