Li Kelarê jina ciwan ya xwe şewtandibû jiyana xwe ji dest da
12:25
JINHA
SILÊMANÎ - Li gorî agahiyan beriya niha hefteyekê li Kelarê jinek ciwan ya 20 salî xwe şewitandibû. Jina ciwan giran birîndar bûyîbû û rakiribûn Nexweşxaneya Silêmaniyê. Lê ji ber piraniya laşê wê şewitîbû li gel hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Jina ciwan ya 20 salî û dayîka 2 zarokan a li bajaroka Rizgarî ya girêdayî navçeya Kelar ê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federala Kurdistanê jiyan dikir berî hefteyekê ji ber sedemek hê jî nayê zanîn xwe şewitand bû, duh jiyana xwe ji dest da.
Heta niha jî di derbarê xweşewitandina wê de tu agahî nehatine girtin.
(zt)
