‘Divê hemû kedkar xwedî li berxwedana Kobanê derkevin’
12:50
JINHA
RIHA – Jinên endamên DÎSK’ê ne û ji Amed, Enqere û Stenbolê hatin sînor tevli nobeta berxwedanê bûn diyar kirin berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedana jin û kedkaran e. Jinan banga xwedîlêderketina berxwedanê li kedkaran kirin û diyar kir ku serkeftina berxwedanê dê ji bo kedkaran jî bibe destkeftiyek.
16 jinên endamên Komîsyona Jinan a DÎSK’ê yên ji Amed, Enqere û Stenbolê hatin Pirsûsê tevli nobeta berxwedanê bûn, berxwedana li xeta Pirsûs û Kobanê nirxandin. Jinên DÎSK’î bal kişandin li ser girîngî û weteya berxwedanê destnîyan kirin ku ev berxwedan bi taybetî ji bo kedkar û jinan xwedî wateyeke girîng e. Endama Komîsyonê Nebîle Irmak Çetîn bilêv kir ku berxwedana Kobanê ji bo kedkaran girîng e û divê kedkar û sendîka xwedî li vî berxwedanê derkevin.
Nebîle derbirî ku sendîkayan berxwedana Kobanê baş nexwendine, seda vê jî ew e kul i Tirkiyeê feresata zilam a desthilatdar li sendîkayan serdest e. Nebîle bilêv kir ku divê ji ber vê yekê jî sendîka temsîla kê û çi dikin baş bi bîr bixin. Nebîle got ku jinên kul i Kobanê ji ber nasnama û mafên xwe di bin êrîşê de ne û jinên kul i bajaran di bin pêlekanan de tên xebitandin, li kargehan keda wan tê desteserkirin, mudaxaleya beden û nasnameya wan tê kirin ji aliyê heman amûrên mijorkdariyê tên eciqandin. Nebîle anî ziman ku ji ber van sedeman divê hemû kedkar xwedî li berxwedana Kobanê derketivin, serkeftina Kobanê dê ji bo kedkaran jî bibe destkeftiyek.
‘Berxwedana Kobanê berxwedana jinan e jî’
Endama Komîsyonê Hatîce Ozarslan a ji Enqereyê hatiye jî diyar kir ku ew bixwe jî wekî taşeran tên xebitandin û ji ber vê yekê berxwedana Kobanê berxwedana hemû jinên kedkar e. Endama Komîsyonê Remziya Yunce ya ji Amedê hatiye destnîsan kir ku cenazeyên ku tên bandorê li ser wan dike û hêza berxwedanê dide wan, Amed jî bûye wekî Kobanê û bi taybetî 6-7’ê cotmehê ji bo vê yekê bû dîrokeke girîng.
‘Divê berxwedan ji rojava re bê vegotin’
Endama Komîsyonê Sema Barbaros a ji Stenbolê hatiye jî destnîşan kir ku berxwedan hê jî didome ji bo vê yekê jî bi taybatî divê berxwedan ji rojava re bê vegotin, dema ew berxwedanê bibînin dê ji bo xurtkirinê jî têbikoşin. Sema got ku jin di warê xwedîlêderketina berxwedanê de kêm mane û polîtîkayên AKP’ê bûye sedama vê yekê. Sema bilêv kir ku gotina AKP’ê ya şer li devreyî sînorên wan in gotineke polîtîk e û dema hatine vir dîtine ku şer ne li dûr e û li ber serê wan e.
(zt)

