Li Fransa Wezîr karê hûndirîn bombeyên gazê qedexe kir
12:57
JINHA
NAVENDA NÛÇEYA - Li Fransayê di meha cotmehê de polîsan bi bombeyên gazê êrîşê çalakvanan kiribû û di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê bûyerê Wezîrê karê hûndirîn yê Fransa Bernard Cazeneuve bombeyên gazê qedexe kir.
Li Fransayê bû ku li pêşiya çêkirina baraja û xirab kirina daristanan li Sîvensê a ku dikeve başûrê walêt, hawirparêzan çalakî li darxistibûn. Di encama mûdaheleya polîsan de bi bombeyên gazê, ciwanê bi navê Remî Fraîsse jiyana xwe ji dest dabû. Li ser vê bûyrê wezîrê karê hûndirîn yê Fransa Bernard Cazeneuve bombeyên gazê qedexe kir. Bernard Cazeneuve biryar bi awayek fermî ji reya giştî re eşkere kir. Bernard da zanîn ku wan di derbarê bûyerê de raporteya mûfetişan lêkolên kirine, û wiha got: "Bombeyek bi vî awayî bi karanîn bû sedema ciwanek 21 salî jiyana xwe ji dest bide. Em naxwezin bûyrek bi vî awayî cardin bê jiyan kirin. Ji ber vê yekê me tedbîrên ewlekarî bi qedexe kirina bombeyên gazê rast dît."
(rt/zt)
