iyasetmedarên Fransayê dê nobeta berxwedanê bigirin

13:25

JINHA


RIHA - Siyasetmedarên Fransayê jî ji bo piştgiriyê hatin xeta sînor a Pirsûs û Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê nobeta berxwedanê tê girtin. Şandeya ji Partiya Komunist a Fransayê, Antîkapîtalîst û Alternatîf a Lîberal pêk tên dê îşev nobeta berxwedanê bigirin. 

Serdanên şandeyên biyanî yên tên xeta sînor a Pirsûs û Kobanê didomin. Şandeya ji Partiya Komunist a Fransayê Joel Dutto, ji Partiya Antîkapîtalîst (NPA) Mireille Court û Yann Puech, ji Alternatîfa Lîberal Mehdi Leveque û ji dostên kurdan yên Îngilîstanê Yvan Tellier û rojnameger Bruno Deniel Laurent û Chris Den Hond pêk tê hatin Pirsûsê û ewil çun serdana Şaredariya Pirsûsê. Şandeya Fransayê li Salona Konferansê ya Şaredariyê bi Endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava Faruk Tatli, Hevserokê DBP’ê yê Navçeyê Îsmaîl Kaplan, ji Koordînasyona Krîzê ya Kobanê Feleknas Uca û Serhat Tum têkîldarî pêşketinên ji Pirsûs û Kobanê agahî girt. Şande piştre çû serdana konbajaran û dê îşev jî li gundê Mehserê ya nobeta berxwedanê tê girtin be û nobetê bigire.

(zt)