Hemû beşên civakê di berxwedanê de cihê xwe digire

13:47

JINHA


RIHA - Berxwedana nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê bi tevlîbûnên nû didome. Berxwedana ser sînor her roj bi çêkirina zincîra mirovan heya nava gund hat, bi hezaran welatiyên hatin ser sînor bi dirûşmeyan xwestin dengê xwe bigihînin şevanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa nîşan didin.

Berxwedana nobetê ya li ser sînorê Kobanê û Pirsûs ê li gundê Miseyneterê û Mehserê zincîra mirovan hate çêkirin. Berxwedana li ser sînor bi hemû beşên civakê û tevlîbûnên nû didome. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê berxwedana ser sînorê Kobanê û Pirsûsê di roja 61'emîn de didome, welatiyê ser sînor di berxwedanê de ne bi çêkirina zincîra mirovan deng dan berxwedana Kobanê. Berxwedana ser sînor her roj bi çêkirina zincîra mirovan heya nava gund hat, bi hezaran welatiyên hatin ser sînor bi dirûşmeyan xwestin dengê xwe bigihînin şevanên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa nîşan didin bikin. Jinên ser sînor di berxwedanê de ne bi rengê kesk, sor û zer hilgirtin tevlî berxwedanê bûn. Her wiha welatiyên sînor ji hemû beşên civakê yên di berxwedanê de cihê xwe digirin bi yek dengê "Bijî berxwedana Kobanê", "Biji Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" berz kirin û bi merşa "Çerxa Şoreşê" çalakiya zincîra mirovan qediya.

(zt)