Li Şaredariya Peyasê Saziya Jinan hat avakirin

16:55

JINHA


AMED - Şaredariya Peyasê, piştî  biryara polîtîkaya mûdîriyeta jinan û butçeya jinan avakir û xiste meryetê. Vê carê jî Saziya jinan a ji 13'e kesan pêktê tê avakir. Saziya jinan di derbarê hemû kar û barê Şaredariyê de dikare nêrîn û pêşniyarê xwe bide.


Civîn bi tevlîbûna hevseroka Şaredariya Peyasê Fatma Arşîmet Cîgira Hevşaredar Nesrîn Tavşan û ji hemû saziyan nûnerên jinan beştarî civînê bûn. Di  civîna ku li Salona Meclîsa Şaredariyê pêkhat de Saziya Jin hat avakirin. Saziya jinan a ku ji 13 kesan pêk hat ji aliyê  nûnerên jinan ve  hat avakirin. Sazî di derbarê hemû kar û barê Şaredariyê de dikare nêrîn û pêşniyarên xwe bide. Di heman demê de di civînê de, ji bo amedekariya çalakiyên ji bo 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Netewi ya Hember Şîdeta  Ser Jinan nirxandin hatin kirin.


Şaredariya Peyasê biryara Polîtîkaya Mûdîryeta Jinan û butçeya jinan derbazî jiyanê kirine.


(rt/zt)