Walîtî di malên stargihan de jinan bi navê parastinê hebs dike!

09:26

Beritan Elyakut - Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Xebatkara Stargeha Wexfa Jinan ya Mor Çatiyê Martina Gaidzik li gel Rêvebera DÎKASUM’ê û Civaknas Hulya Degirmenci Kanat diyar kirin kul i hemberî malên sitarhihan yên girêdayî Walitiya Polîtîkayên Civakî û Malbatan pêdivî bi stargehên jinan yên serbixwe hene.


Li Tirkiyê yek ji pirsgirêkên civaki ya berdewam dike û bûye sedema reşkirina jiyana gelek jinan şidete. Gelek jinên ku ber şideta dibînin serlêdan dikin vêcarê jî rastî astengiyên cuda tên. Xebatkara Stargeha Wexfa Jinan ya Mor Çatiyê Martina Gaidzik balkişand ser pirsgirêkên di stargihan de derdikevin û da zanîn k udi tevahiya Tirkiyê de 131 stargih hene. Martina destnîşan kir ku piraniya stargihan girêdayî Wezîrê Polîtîkayên Civakî û Malbatane.


‘Stargihên girêdayî walîtiyê jinan didin zorê’


Martina girêdayî astengiyên jinên li malên stargihan yên ayîdê walitiyê dimînin wiha got: “Di wan stargihan de mêrên temenê wan ser 12 saliyê, jinên nexweşiyên vegirtinê lê hene, yên temenê wan ser 60 saliyê û jinên bê nasname nagirin. Her wiha divê despêkê jin serî li qereqol bidin û şikayêt bikin. Jinên berê karkeriya seksê kirîn nagirin. Jin bê destur dernakevin ji derve. Ji ber wê jî divê stargihên bê alî bên zêdekirin. Stargihên dewletê ji malan tu ferqa wan nîne. Ji ber wê jî jin ji girtîgihekê dibin girtîgihek dinê. Ji ber bêçaretiyê cardin jin li mala xwe vedigerin.”


‘Li gorî serlêdanan em jinan digirin stargihan’


Rêvebera Navenda Lêkolîn û Lêpirsîna Pirsgirêkên Jinan (DİKASUM) ya dibinya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de xebatên xwe berdewam dike û Civaknas Hulya Degirmenci Kanat jî bilêv kir ku ji sala 2011’an heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan ew xebatên xwe birêve dibin û wiha domand: “Şonim dibêje; ‘Ezê serlêdanan bigirim û ji bo we rêkim. Hunê girêdayî wê xebatên xwe birêve bibin.’ Em li hemberî vê derketin û em jinên serlêdan dikin digirin dibin malên stargihan.”


‘Malên stargihan yên girêdayî walitiyê ji bo jinan tuştekê nakin’


Hulya derbirî ku jinên herêmê ji bo şidetê naxwazin serî li polîsan bidin û wiha dom kir: “Dema ku jin diçin qereqolê cardin muhatabên wan dibin mêr. Her wiha dema ku derdikevin dozgeriyê jî cardin rastî mêran tên. Ji ber wê jî jin zêdetir tercîha xwe ji bo serlêdana li rêveberiyên herêmî dikin.


(zt)