Konê perwerdehiyê yê Arîn Mîrkan ava dibe

10:15

JINHA


RIHA – Xebatên ji bo avakirina dibistana pewerdehiyê ya Konbajarê Arîn Mîrkan a ji bo perwerdeya zarokên Kobanê didome. 

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê bi dehan malbatên Kobanî yên neçar man koçî herêmê bikin, welatiyên Kobanê yên bi derfetên welatiyan di kon de dimînin. Zêdetirî 3 hezar Kobanî yên di Konbajarê Arîn Mîrkan de dijîn ji bo zarokên Kobanî du kon wekî cihê perwerdehiyê hatin avakirin. Welatiyên Kobanî yên ji bo karê înşatê biqede dixebitin, zarokên Kobanî ji bo demildest dest bi perwerdehiyê bikin bi destê xwe yê biçûk brîket radikin û alîkariya înşatê dikin.

Mistefa Abdullah ê ji Kobanê diwarê înşatê çêdike zarokê binavê Osman Ehmed (7) yê alîkariya wî dike dibêje "Min gelek bêriya Kobanê kiriye". Osman diyar kir ku ji bo demildest avakirina înşatê biqede em perwerdehiya bi kurdî dest pê bikin. Welatiyê Kobanî yê bi navê Ehmed Elî diyar kir ku ji ber rejîma Sûriyeyê me nikarîbû perwerdehiya bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, lê ji ber niha ev derfet ketiye destê zarokên me, em gelek bi kêfxweşin. 

Zarokê bi navê Elî Mihemed ê ku di karê înşatê de alîkariyê dike anî ziman ku heya pola 5'emîn min perwerdehî dîtin, niha dixwazin perwerda xwe kurdî bibînin û wiha got:"Ji bo ku em li vir tenê kurdî fêr bibin. Ev tiştek gelek xweş e."

Gulistan Mahmud (5) ku temaşeyî xwişk û birayê xwe dike ew ji dixwaze di înşatê de bi xebite û alîkarî bike. Gulistan jî dibêje "Ez ê bi kurdî baxivim, binivîsim."

(zt)