Bi hezaran şervana YPJ’ê Habîbe Ozbey definkirin

10:21

JINHA


ERZIROM - Şervana YPJ'ê Habîbe Ozbey (Viyan Serhed) ya li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li gundê Keçelan a Tatosa bi girseyî hate definkirin.

Habîbe Ozbey ya YPJ’î di roja berxwedanê ya 59’emîn de di pevçûneke bi DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest da û cenazeya wê ji Pirsûsê hat girtin û birin gundê Keçelan a navçeya Tatosa Erziromê. Di merasîma cenazeyê de rêveber û endamên DBP, HPD û ÎHD’ê û bi hezaran kes amade bûn.

Cenazeya Hebîbe li Kanîreşa Çewlîkê bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ hat pêşwazîkirin û konvoya ji sedan wesayîtî pêk dihat birin gundê Keçelan. Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî cenaze hate definkirin.

Serokê DBP’a Navendî Sabahattîn Yilmaz axivî û wiha got: “Bi berxwedana xwe li cîhanê hatin pîrozkirin. Em serbilindiya vê dijîn. Di serdemeke wisa ku pêşeroja me tê avakirin de ger em dikarin behsa kurd û Kurdistanê bikin ev bi saya şehîdan e. Dema şehîdên me digihêjin şehadetê ji dijminan re peyamekê dihêlin. Em jî sozê didin hevala Viyan û dibêjin wê têkoşîna te bê jiyîn."

Koletî qebûl nekir

Birayê Habîbe, Nasir Ozbey jî got ku bi xwişka xwe re sê roj berê di telefonê de axiviye û jêre wiha gotiye: “Ger ez li cem te bûma, ez ê bizewiciyama û bibûma koleyê mêr. Lê min ev qebûl nekir. Ger tu vir bibînî. Kevir, darên Kobanê bikarîba bigota çi hatiye serê me. Min soz daye wan û hevalên xwe. Heta Kobanê azad nebe ez li vir im.”

Birayê Habîbe Nasir diyar kir ku Habîbe ji ber ku koletî qebûl nekir çû Kobanê.

(zt)