Niha dor a hemû jinên cihanê ye!
11:19
JINHA
RIHA – Bi munasebeta “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan” jin dê li xeta sînor a Kobanê û Pirsûsê ya ev 62 roj in berxwedar didome bin. Jinên ku bi rojan e nobetê digirin jî bi munasebeta rojê bangawaziya “Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî hemû hişmendiya jinan e. Ji ber ku DAIŞ a êrîşî Kobanê dike, dixwaze li Rojava jiyana demokratîk û azad a jinan tune bike. Berxwedana Kobanê ji bo rizgariya hemû mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê divê hemû jin bên sînor” li hemû jinan kirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê kete roja 62’emîn, xebatên welatiyên li gundan nobeta berxwedanê digirin jî didome. Jinên ku di pêşengiya hemû hexabat dikin bi munasebeta çalakiya ku dê li xeta sînor di “25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan” de bê kirin bangawazî kirin. Jinên ku bênavber nobeta berxwedanê digirin bangawiziya “Em di 25’ê Mijdarê de li benda hemû jinan e ku bên sînor” kirin.
Jina bi navê Taybet Ter (50) a ku ji navçeya Hezexê ya Şirnexê ji bo nobeta berxwedanê hatiye sînor diyar kir ku jin di hemû serdeman ji aliyê feraseta zilam ve hatiye eciqandin û êrîşa çeteyêh DAIŞ’ê berdewama şîdeta tu feraseta zilam meşandiye ye. Raybet got ku Kader Ortakaya ya ku li sînor ji aliyê leşkerên tirk ve hate qetilkirin jî ji aliyê heman feraseta zilam ve hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir: “Zilm ji kû derê bê, bila bê wekhev e. Di bin vê de teqez feraseta zilam heye. DAIŞ’ê Kader qetil nekir, leşkerên Tayîp Erdogan qetil kir. Kader ji bo ku li dijî Erdogan têbikoşe nehatibû li dijî DAIŞ’ê têbikoşe hatibû. Erdogan bi qetilkirina wê rengî xwe nîşan da. Hikûmeta ku koleyê feraseta DAIŞ’ê ye Kader qetil kir.”
‘Ez bi felsefeya Rêber Apo şiyar bûm’
Taybet di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ez bi saya Tevgera Azadiya Kurd de bi nasnameya xwe ya jinê derketin qadan û min li dijî feraseta zilam dest bi têkoşînê kir. Ez bi felsefeya Rêber Apo şiyar bûm. Ez di 14 saliya xwe de hatim zewicandin û rastî şîdeta zilamê kum in dan wî hatin. Piştî ku partiya me vebû ez derketin qadan. Min têkoşîna jinên cihanê yên ku berê min qet navê wan nebihîstibû berdewam kir. Rêhevalên min li dijî şîdetê têkoşîn dayîn hinî min kirin. Niha ne hevserê min hemû zilamên cihanê bên jî nikarin zirarê bidin min. Niha bi hişmendiya jinê û nêrîna xwe ya cihanê bi kîlometreyan dûrî mala xwe me û li sînor nobetê digirim û li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên terorê li cihanê belav dikin têkoşîna xwe didomînim. Beriya salan ev tişt kesekî j imin re bigota tu caran min bawer nedikir.” Taybet bang li hemû jinên cihanê kir û kul i dijî qetilkirina Kader Ortakaya û çeteyên DAIŞ’ê bertekên xwe nîşan bidin bên sînor û çalakî li dar bixin.
‘Xwedî li berxweana YPJ’ê derkevin’
Fedîle Margaz (53) a ji navçeya Hezexê ya Şirnexê hatiye û ji roja destpêkê heta niha nobetê digire jî got sedema herîm ezin a ku ew aniyê sînor jinên ku bêteredut tevli refên YPJ’ê dibin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin in. Fedîle bilêv kir ku ew heyrana têkoşîna jinên YPJ’î bûye û ji bo piştgiriyê bide têkoşîna jinên YPJ’î divê jin di 25’ê Mijdarê de li sînor bin. Fedîle wiha berdewam kir: “Heke hûn tiştekî nikarin bikin jî, qet nebe rojekî werîn sînor û li sînor piştgiriya xwe ji bo jinên YPJ’î nîşan bidin. Ev ê ji bo wan bibe moral. Ew bi mehan in li Kobanê li berxwe didin, divê tu jin vê dere vala nehêlin. Divê dîba jin xwedî li berxwedana jinan derkevin.”
Jinên ermen, suryan, êzdî, ereb, tirk û kurd hemû jin li qadan bin…
Ji Dayikên Aştiyê Leyla Aslan (60) a ji navçeya Hezexê ya Şirneyê hatiye û ji roja yekem heta niha di nobeta berxwedanê de ye jî diyar kir ji destpêka Tevgera Azadiya Kurt heta niha di nava xebatan de cih digire û nobeta sînor jî berdewama kevnoşopiya têkoşînê dibîne. Leyla jî wekî jinên din diyar kir ku di 25’ê Mijdarê de divê hemû jin bên sînor û li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û li dijî feraseta zilam çalakiyên xwe yêh şermezarkirinê bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tiştên ku jin bixweza neke nîn e. Ez a ku demeke nedikarîm derkevim derve niha hevserê xwe ji bol i zarokan binêre l imalê dihêlim û li ciheke bi kîlometreyan dûr e li xeta sînor ji bo gelê xwe têbikoşim hatim. Jin bila li pey tiştên kup ê bawer dikin biçin. Ji bo 25’ê Mijdarê bangawaziya mine w e ku tenê ne jinên kurd ji bo hemû jinan e. Niha berxwedana li Kobanê pêk tê tenê berxwedana kurdan nîn e. Ev berxwedana hemû mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ez bang li jinîn kurd, ermen, tirk, ereb, êzdî, suryan hemû jinan dikim bila bên li sînor nobetê bigirin.”
‘Ji bo jinên YPJ’î biqîrin’
Salîha Tekel (40) a ji navçeya Hezexê ya Şirnexê hatiye jî got ku divê di 25’ê Mijdarê de hemû cihan ji bo jinên êzdî û yên Kobanê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên qetiykirin û li bazaran tên firotin dakevin kolanan û têbikoşin. Salîha bilêv kir ku çawa jinên kurd ev 30 sal in li qadan jinên kul i cihanê hatine qetilkirin bi bîr tînin, jinên cihanê jî heman tiştî ji bo jinên YPJ’î pêkbînin û berxwedana YPJ’ê silav bikin. Tekel ev tişt anî ziman: “Xwîşkên Mîrabel. Roza Luxemburg, Clara Zetkînê hemû dayikên me yên kurd dizanin.Ji berk u axlaqê partiyê ya kum e girtiyê hînî me kir ku em li her devêrê cihanê kesên ku ji bo armanceke canê xwe feda kirine birêzdarî bi bîr bînin. Niha dor a hemû jinên cihanê ye. Yên derfetên wan hene di 25’ê Mijdarê de bila bên jir, yên ku derfetên wan nîn e jî bil ali cihê ku dimînin ji bo jinên YPJ’î biqîrin.”
(zt)

