Ew li benda hatina bavê xwene

12:41

JINHA


RIHA - Bozan Elî  pişî êrêşa çeteyên DAIŞ'ê a li ser Kantona Kobanê, tevî 3'ê zarok û hevjîna xwe hatin Pîrsûsê ji bo parastina axa xwe cardin berê xwe da qadên berxwedanê. Hevjîna Bozan, Zehra Elî da zanîn ku hevserê wê ji bo rûmeta Kobanê şer dike. Zehra û her sê zarokên xwe li bende roja ku bigihêjin bavê xwe ne.


Li hember êrîş û dagirkariya çeteyên DAIŞ'ê berxwedana bê hempa ya ku bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ'ê li Kantona Kobanê tê dayîn berdewam dike. Piraniya şervanên YPG û YPJ'ê zarokên xwe yên nû tê dinê ji bo parastina xaka xwe, li şûn xwe dihêlin û tevlî tekoşînê dibin. Bozan Elî  yê ku bavê sê zarokane, yek ji wan 4 mehî, yek 3'ê salî û yek jî 5 saliye. Bozan bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê re hevjîna xwe Zehra Elî  ya 25 salî û hersê zarokên xwe anî Pîrsûsê  û şûnda vegeriya çepera xwe a Kobanê. Zehra tevî hersê zarokên xwe li konbajarê  Arîn Mîrxan bi cih bûye, ji aliyek tekoşîna jiyanê tê dayîn li  aliyê din ve jî  bi hêviya rizgarbûna Kobanê û vegerê warê xwe dijîn. Zarokên wan ên 3 û 5 salî ji hertişt bê xeber li konbajarê ji xwere dilîzin û li benda hatina bavê xwene.


‘Ji bo ku  vegerin em rojan dijmêrin’


Zehra Elî diyar kir ku ew bi hevserê xwe serbilinde û wiha got: "Hevserê min bavê sê zarokane. Lê ger hevserê min neke kî wê bike? Ferqa wî ji şervanên din çiye? Cihê ku pêwîste lêbe li wire.” Zehra diyar kir ku ew carnan bi telefonê bi wanre di axive û wiha domand: "Her agahiyek xweş hêviyê me bilind dike û kêfxweş dike. Ji bona ku em vegerin em êdî rojan dihêjmêrin. Girêdanbûna me li hember ax û derdor her ku diçe zêde dibe."


Bêriya bavê xwe kirine


Zehra da zanîn ku  ji ber temenê zarokên  wan biçûke ne di farqa tiştek dane û wiha dewam kir: "Herdû keçên min dibên ka bavê me? Ez dibêjim li malê dixebite. Dibêjin çima em naçin ba bavê xwe? Ez dibêjim kar heye, dema qediya emê biçin. Zarok jî bi wê xeyalê dijîn. Carnan bavê wan bi telefonê bi wanre di axive ew jî bêrîkirinê xwe jêre dibêjin. Lê em dizanin ku  ev durbûn wê dirêj neke. Em bi hêviya vegera warên xwe rojan dihêjmêrin."


(rt/zt)