Çîroka Rewşen û tanga çeteyan
13:24
JINHA
KOBANÊ - Hêzên tarî ku ev 2 meh in êrîşî Kobanê dikin, dixwestin bi tang û çekên xwe yên giran vîna şervanên YPJ'ê bişkînin, lê ji xwe re texmîn nedikirin ku hêza vîna şervanên azadiyê wê yên kalaşnikova wan di destê wan de ye, top û tankan nas nake. Şervaneke YPJ'yî li hemberî tanga çeteyan sekinî, tenê di navbera wê û tagê de 20 metre mabûn, lê bi biryardarî tevî hevalên xwe êrîşa çeteyan şkandin.
Li Kobanê gelekî çîrokên berxwedanê hene. Qehremanên azadiyê li Kobanê rojane destaneyên bêhempa di dîroka berxwedanê de dinivîsin. Ji xwe êdî navê Kobanê bi berxwedanê hatiye strandin. Li gorî nûçeya nûçegihanên Ajansa Nûçeyan ya Hewar (ANHA) yê Nazdar Ebdi û Dîmen Xelîl Şervana YPJ'ê Rewşen Tolhildan jî di her çar mehên xwe yên li Kobanê de ji vê berxwedanê bêpar nemaye. Rewşen a ku beriya çar mehan ji Efrînê hatiye Kobanê, bi destpêkirina êrîşan re li xwaringeha Sêranê bicih dibe û du caran birîndar dibe. Ji rêzeçîrokên xwe şervana YPJ'ê Rewşen çîrokeke xwe ji me re vegot.
Çîroka Rewşen û tangê
Dema ku êrîşên çeteyan li herêmê destpê kirin, hemû şervan ketin nava liv û tevgerê. Rewşen û girûpek şervanan herikîn eniya başûr û li xwaringeha Sêran cihê xwe girtin. Êvarekê şer giran bû, hejmara çeteyan û çekên wan mezin bûn. Wê şevê xwaringeha Sêran bicih bû. Sêran ne mîna her car şahidê şahî û kêfxweşiyan bû, vê carê bû şahidê berxwedanê. Dengê ku dihat bihîstin dengê li wir dengê şer û cengê bû. Çeteyan ji her aliyî ve bi armanca dorpêçkirina şervanan êrîş dikirin. Rewş awarte bû û tanga wan her ku diçû pêş de ber bi xwaringehê ve dihat. Bi pêşdehatina tangê re metirsiyên li ser jiyana şervanan bêhtir dibûn. Lê şervanan nedihişt ku gumanên wiha moralên wan daxin. Di navbera Rewşen û tangê de tenê 20 metre mabû û di wan kêliyan de mejiyê wê ketibû liv û tevgereke nenormal. Ew bi berpirsiyariya parastina jiyana xwe, jiyana hevalên xwe û sekinandina tangê de difikirî. Wê dixwest di zûtirîn dem de bigihêje biryar û çareyekê. Li ber çavê wê ev raman û xeyal dizîvirîn. Li wir de destên Rewşenê pê re bûn alîkar û bi avêtina rokêteke RBG ku girantirîn çeka li cem wan bû, xwe ji vê zîvrandin û fikrandinê xilas kir. Lê mixabin ev rokêt li tangê neket. Bi lez Rewşen çû nuqteyek jor û ji wir ve bi rokêteke din li armanca xwe xist. Rokêt li cem wê neman. Dema ku çû roketan bîne tangê li cihê wan da. Ji ber topa tangê Rewşen di milê xwe yê aliyê rastê de birîndar bû.
Di dema birîndarbûyînê de hest û helwestên wê
Li derdorê hevalên wê şer didomiya. Ji ber top pir li derdorê diketin Rewşen nêzî nîv saetê li cihê xwe ma û nehat veguhestin. Lê di wê rewşa şer û pevçûnan de wê birînên xwe jibîr kirin û dixwest ji hevalên xwe re bibe mertal û wan biparêze. Ji bilî birîna wê ji nav guleyên ku çeteyan bi hovîtî bê armanc davêtin û li herderê diketin guleyeke bêbext jiyana hevalekî wan bi xwe re revand. Bandora vê yekê jî li wan giran bû. Lê şervanan ev xwîn li erdê nehişt û bi ew kîna xwe li ser şehadeta hevalê xwe êrîşa çeteyan şikandin. Rewşen û şervanên din hê jî li Kobanê bi berxwedana xwe hemû plan û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê êrîşkar dişkînin û şopa hevalên xwe yên tekoşer dişopînin û armancên wan bicih tînin.
(zt)

